Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêveber û endamên DÎSK/Emekli-Sen, Egîtîm Sen, Partiya Kedê, Halkevlerî, Partiya Çep û Partiya Karkerên Tirkiyeyê vê sibehê li Antalyayê di serdegirtina malan de hatin desteserkirin.
Seroka Halkevleriya Antalyayê Kadriye Tugcu bi rêya telefonê bi bianetê re axivî û diyar kir ku operasyona ku 24 kes hatin desteserkirin bi hinceta bîranîna 6ê Gulanê ya Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Antalyayê pêk hatiye.
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antalyayê bi wesîleya 6ê Gulanê salvegera mirina Denîz Gezmiş, Yusuf Arslan û Huseyîn Înan ku pêşengên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tirkiyeyê ne, li Qada Attalos daxuyaniya çapemeniyê dabûn.
(VC/AY)