Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyê Yekgirtî, li Cenêvê, di civîna xwe ya 54an de bi navê “Tirkiye: Kesên dest danîne li ser wan û winda kirine” bernameyek li dar xist.
Di vê bernameyê de behsa windakirinên bi darê zorê û desteserkirinên kêfî hate kirin. Ji Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THIV) Coşkûn Ustercî, ji Dayik/Mirovên Şemiyê Sebla Arcan, ji Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Rehşan Bataray Saman, ji Navenda Bîrê Ozlem Zingil û ji Rêxistina Cîhanî ya li dijî Îşkenceyê Ûlviyya Hasanova beşdar bûn.
Endamê Desteya Rehabîlîtasyonê ya Navnetewî ya ji bo Mexdûr^ne Îşkenceyê, Roberto Frifrini moderatorê bernameyê bû.
Di beşa yekem de Ûlviyya Hasanova behsa salên 90î yên li Tirkiyeyê kir û got ku li Tirkiyeyê mirov di salên 90î de û piştî hewldana derbeyê bi zorê hatin windakirin. Her weha diyar kir ku mafparêz jî gelek caran bi rengekî kêfî tên desteserkirin û ji bo vê, mînaka Dayik/Mirovên Şemiyê da.
Arcan: Encama politikaya dewletê ye
Sebla Arcanê di dema axavtina xwe de behsa têkoşîna Dayik/Mirovên Şemiyê kir û got: “Daxwazên me zelal û aşkere ni, divê dewlet berpirsiyariya xwe ya di windakirinên bi darê zorê qebûl bike, aqûbela windayan aşkere bike. Becezakirinê bidawî bike û edaletê pêk bîne. Tirkiye divê peymana navnetewî ya derbarê windakirinên bi darê zorê îmze bike û pêk bîne.”
Arcanê diyar kir ku windakirinên bi darê zorê, encama politikaya dewletê ye û bi rêk û pêk bi cih dibe.
Zingil: Bersûc beraet dikin
Ozlem Zingilê jî behsa helwesda darazê ya derbarê windakirinên bi darê zorê kir û got, kesên tên dadgehkirin beraet dikin.
Rehşan Bataray Samanê got ku piştî derbeya sala 80yî bi taybet bûyerên windakirinên bi darê zorê zêde bûn û piranî jî li dijî welatiyên kurd di salên 90î de windakirinên bi darê zorê zêde bû.
Coşkûn Usterciyî jî destnîşan kir ku binpêkirinên mafan bi rêk û pêk in. (AS/FD)