Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di ser kuştina zanayê Kurd Musa Anterî de 31 sal derbas bûn. JITEMê di sala 1992an de Anter kuştibû.
Anter di 20ê Îlona 1992an de ji bo beşdarî Festîvala Çandê bibe çûbû Amedê û li wir hatibû kuştin. Kesên ku Anter kuştibûn nehatin dîtin û doza kuştina wî par bi hinceta demboriyê hat girtin.
“Dewletê dehfik danî”
Dîcle Anter ji Ajansa Mezopotamyayê bi Fethî Balaman re axîviye û anî ziman ku ji roja ku bavê wî hatiye qetilkirin heya niha doza edaletê dikin, lê belê daxwazên wan ên ji bo edaletê piştî 30 salan bi demboriyê hatiye bersivandin û wiha got:
"Gel, gelek ji bavê min hez dikir. Şêwazê nivîsandina wî zimanekî fêmbar bû û gel jê fêm dikir. Di rojnamegeriya xwe de ev şêwazê herikbar bikar anî. Û gelek dihat hezkirin. Gelek baş behsa dîroka kurdan dikir û di vî warî de gelê kurd serwext dikir. Ji ber ku ev tişt dianî zimên tim di hedefê de bû. Dewletê dafik çêkirin û ew qetil kir. Piştî qetilkirina wî em ketina nava lêgerîna ji bo edaletê. Di vê pêvajoyê de ku me bi rûpelekê dest pê kir, veguherî olaneke mezin lê mixabin bi demboriyê bi dawî bû."
Anter destnîşan kir ku doza ku bo demboriyê hat betalkirin şandine Dadgeha Destûra Bingehîn û got ku ger tiştek ji vir derneyê dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.
“Bi demboriyê bersiva me dan”
Anter destnîşan kir ku dozên birîna civakê ne bi demboriyê tên betalkirin û wiha pê de çû: "Çendî eşkere ye ku bavê min ji aliyê kê ve hatiye kuştin jî, dosye bi demboriyê hat girtin. HEman tişt ji bo Komkujiya Sêwazê jî çêbû. Kesên mirov şewitandin hatin berdan. Kujer tên berdan. Ev tişt birîneke kûr a civakê ye, lê feraseta komkujer di nava me de digere. Lêgerînên ji bo edaletê tim bi vî awayî tên bersivandin."
Rojnamegeriya berxwedêr
Anter ku rojnamevaniya bavê xwe wekî "rojnamevaniya berxwedanê" pênase kir got: "Rojnamevaniya Mûsa Anter, rojnamevaniyeke girîng e. Bi gotina Mûsa Anter, generalên wî yên biçûk pênûsa wî li erdê nehotşin. Êrişên li ser rojnamevanên berxwedê li ber çavan e. Abdurrahman Gok û gelek rojnamevanên din bi şûrê Demokles re rû bi rû man. Û niha gelek rojnamevan sirf ji ber nûçeyên xwe girtî ne. Lê paş de gav navêjin. Dê kevneşopiya Mûsa Anter tim bidome."
Anter bibîr xist ku 30 sal in "Pêşbaziya Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter" didome û got ku ev ji bo gelê kurd xwedî girîngiyeke gelekî mezin e.
Merasîma xelatdayînê di 22ê Îlonê de ye
30emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad Rojnameya Yenî Yaşamê saz dike. Xelatgir wê di saet 19.30ê roja 22 Îlonê li Daîreya Zewicandinê ya Kadikoyê bi merasîmeke xelatên xwe werbigirin.
Rojnameger û edîtorê bianet kurdiyê Ferîd Demîrel bi nûçeya xwe ya bi sernavê “Fermandarê rêxistina Ahrar’uş Şarkkiyeyê ji Zanîngeha Artûklûyê derçûye” ku li bianetê weşiya ye di beşa nûçeyên Kurdî de bûye yekem hêjayî xelatê hat dîtin.
Di beşa Nûçeyên Tirkî de edîtorê Ajansa Mezopotamyayê yê girtî Abdûrrahman Gok bi nûçeya xwe ya bi ser navê “Jin jiyan azadî”yi dünyaya yayan “Rojhilat ve İran’dayım: Yeni bir İran umudu” bûye yekem.
Mûsa Anter
Di sala 1920ê de li Gundê Zivingê yê Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatiye dinê. Xwendina destpêkê li Mêrdînê ya navê li Edeneyê û zanîngeh li stenbolê xwendiye.
Wî beşa Dadnasiyê li Zanîngeha Stenbolê xelas kiriye.
Di 20ê Îlona 1992yê de ji bo Mîhrîcana Çand û Hûnerê çûye Amedê(Diyarbekir) û kitêbên xwe îmze kiriye. Piştî îmzekirinê li taxa Cumhuriyetê êrîşa çekdarî li wî û Orhan Mîroglûyê xweharziyê wî hatiye kirin. Anter miriye û Mîroglû birîndar bûye.
(EMK/AY)