Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Îranê ji bo bîranîna yekemîn salvegera qetilkirina Jîna Mahsa Emîniyê ku di 16ê Îlona 2022an de ji aliyê polîsên exlaqê ve hatibû qetilkirin, bi hezaran kes daketin qadan û çalakiyên protestoyî li dar xistin.
Roja Şemî û Yekşemê li bajarên cuda yên weke Seqiz, Senedec, Urmiye, Tehran û Sîstanê bi taybet li eyaletên Kurdistan û Belûçistanê xwepêşandan hatin lidarxistin.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê, polîsan bi tundî mudaxeleyî xwepêşandanan kir û herî kêm 700 kes desteser kirine.
Malbatên kesên li Tehranê hatine desteserkirin ji bo derbarê kesên desteserkirî de agahî bigirin çûn in qereqolê û li wir rastî êrîşa polîsan hatine. Di encama êrişan de gelek kes birîndar bûne.
(NT/AY)