Fotograf: Aren Yıldırım
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xelatgirên 30emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn.
Rojnameger û edîtorê bianet kurdiyê Ferîd Demîrel bi nûçeya xwe ya bi sernavê “Fermandarê rêxistina Ahrar’uş Şarkkiyeyê ji Zanîngeha Artûklûyê derçûye” ku li bianetê weşiya ye di beşa nûçeyên Kurdî de bûye yekem hêjayî xelatê hat dîtin.
Di beşa Nûçeyên Tirkî de edîtorê Ajansa Mezopotamyayê yê girtî Abdûrrahman Gok bi nûçeya xwe ya bi ser navê “Jin jiyan azadî”yi dünyaya yayan “Rojhilat ve İran’dayım: Yeni bir İran umudu” bûye yekem.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê rojnameya Yenî Yaşamê bernameya xelatê saz kir û di beşa "Nûçeyên Tirkî", "Nûçeyên Kurdî" "Fotograf (Fotografên Nûçeyan)", "Karîkatur" û ji bo bîranîna Gurbetelli Ersozê "Nûçegîhaniya Jinparêz" de pênc xelat hatin dayîn.
Xelatgir wê di saet 19.30ê roja 22 Îlonê li Daîreya Zewicandinê ya Kadikoyê bi merasîmeke xelatên xwe werbigirin.
Xelata Beşa Tirkî
Jûriya Beşa Nûçeyên Tirkî Ali Duran Topuz, Banu Guven, Candan Yıldız, Nezahat Dogan û Mehmet Ali Çelebî bûn. Jûriyê di beşa Tirkî de Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê yê girtî Abdûrrahman Gok bi nûçeya wî ya bi ser navê “Jin jiyan azadî”yi dünyaya yayan “Rojhilat ve İran’dayım: Yeni bir İran umudu” hêjayî xelatê dîtiye.
Rojnamegeriya Jinparêz
Di "Beşa Rojnamegeriya Jinparêz a Gurbetellî Ersozê" de jûrî rojnameger Ceren Sozerî, Bîrcan Degîrmencî, Arjîn Dîlek Oncel û Safiye Alagaş bûn. Di vê beşê de rojnameger Nazîla Marûfiyan hêjayî xelatê hat dîtin. Rojnameger Marûfiyan li Iranê piştî Jîna Emînî hati qetilkirin bi bavê Jînayê Amjad Emînî re hevpeyvîn kiribû.
Xelata Beşa Kurdî
Di "Beşa Nûçeyên Kurdî" de jurî rojnameger Leyla Ayaz, Hatîce Kamer, Sûna Tûnç, Rizoyê Xerzî û Ramazan Olçen bûn. Nûçeya rojnameger û edîtorê bianet kurdiyê Ferîd Demîrel ya bi sernavê “Fermandarê rêxistina Ahrar’uş Şarkkiyeyê ji Zanîngeha Artûklûyê derçûye” ku li bianetê weşiya ye hêjayî xelatê hat dîtin.
Beşa Fotografê
Di “Beşa Fotograf”ê de jûrî Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Mûrat Baykara, Berîtan Canozer û Çetîn Altûn bûn. Jûriyê fotografa Ardil Batmaz ya bi navê “Devletin Eli”(Destê Dewletê) hêjayî xelatê dît. Her weha jûriya fotografê Sedat Sûna û Efekan Akyuz jî hejayî Xelata Taybet ya Jûriyê dît.
Xelata Karîkatorê
Di “Beşa Karîkatorê” de jûrî Mûrat Îpek, Mûsa Keklîk, Aşkin Ayrancioglû bûn. Jûriyê Erhan Yaşar Babalik di beşa karîkatorê de hêjayî xelatê dît. Jûriyê Mûammer Kotbaş hêjayî Xelata Taybet a Jûriyê dît.
Xelata Rûmetê
Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Wenda kirine (MEBYA-DER) ji ber “çalakiyên têkildarî kesên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin” hêjayî Xelata Rûmetê hat dîtin.
(AS/AY)