Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xebatkarê şaredariyê Y.B., di 17ê Hezîranê de piştî nûçeyên li ser şaredariya Tetwanê yên têkildarî gendelî û nelirêtiyan êrîşî Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Bedlîsê Sînan Aygul kiribû. Herweha polêsê bi navê E.K. jî nehiştibû kesên derdorê mudaxele li êrişê bikin. Danişîna darizandina herdu bersûcan dest pê kir.
Bersûc ji Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê bi rêya Sîstema Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî danişîna li 2emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Tetwanê bûn. Di danişînê de Sînan Aygul û parêzerên wî jî amade bûn.
Bersûcên girtî îdia kirin ku Aygul heqaret li wan û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kiriye û êrîşî wan kiriye.
Li dijî îdianameyê di destpêkê de E.K.parastin kir û îdia kir ku roja bûyerê ji bo muayeneyê çûye Nexweşxaneya Canê ya Tetwanê û rojek berê jî wî û Y.B. li hev kirine ku li ber nexweşxaneyê hev bibîne û dema ew li wesayîtê siwar bûne Sînan Aygul dijûn li wan daye.
Êrişkar xizmên hev in
E.K, anî ziman ku Aygul got, "Wê dawiya we û ya Tayyîp jî were" piştre di navbera Y.B û Sînan Aygul de şer derketiye. Her weha E.K. îdia kir ku wî pêşî li kesên ku xwestine midaxeleyî şer bike jî negirtiye û bixwe ketiye navbera şer û weha gotiye, “Jixwe min ew ji hev kirin, min çeka xwe û nasnameya xwe nîşanî kesî neda û min ji kesî re negot ez polîs im.” Her weha sûcdarkirin qebûl nekir.
Her wiha da zanîn ku E.K. kurê meta hevjîna Şaredarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî yê ku îfadeya wî bi tohmeta teşwîqkarê êrîşê hatiye girtin lê biryara neşopandinê jê re hatiye dayîn e.
Y.B. di parastina xwe de gotiye ew kurê meta şaredar Geylanî ye û birayê hevjîna E.K.yî ye.
Dadgeha bersûc serbest kir
Her wiha dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara berdana bersûcan da û derketina derveyî welat ya bersûcan qedexe kir.
Aygul piştî danişînê daxuyanî da û diyar kir ku êdî ewlehiya jiyana tu kesî nîne û wiha got: “Bi vê biryarê wijdana raya giştî serûbin bûye. Êdî tiştekî min tune ku ez bêjim. "Spas ji bo her kesî.”
Dadgehê danişîn taloqî 14ê Kanûna Pêşiyê kir.
(HA/AY)