Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bi tohmeta ku “heqaret” li Parlamenterê berê yê AKPyê Îbrahîm Yildizî kiriye, dadgehekê Emîne Şenyaşar bi 5 hezar û 800 lîre cezayê pereyan ceza kir.
Li Rihayê hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatibûn kuştin.
Dadgeha 2yem a Asliye Cezayê ya Rihayê, aşkerekirina biryara xwe taloq kir.
Emîne Şenyaşarê tevî kurê xwe yê di dema êrîşê de birîndar bû, Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşarî dest bi Nobeta Edaletê kiribû. Şenyaşar ji ber axavtineke xwe ya di 2yê Hezîrana 2021an de kiribû, dihat dadgehkirin.
“Ji malbata wê 3 kes hatin kuştin”
Li gorî nûçeya MAyê, Emîne Şenyaşar ji ber li Enqereyê emeliyat bûye, beşdarî danişînê nebû. Parêzerên wan li ser navê wan çûna dadgehê.
Dozgerî xwest ku Şenyaşar bê cezakirin.
Parêzerê Şenyaşarê Mehmet Alî Aslanî got: “Miwekîla me ne welatiyeke ji rêzê ye, dayikeke ku ji malbata wê 3 kes hatine kuştin. Kurekî wê di girtîgehê de ye. Li beramberî vê, Dayika Emîneyê têkoşîna dadê dide û li vir li ber avahiya edliyeyê nobeta edaletê digirt. Di dema van nobetan de bi qasî 20 caran lêpirsîna miwekîla me hate kirin. Li gorî nêrîna me, bi van lêpirsînan, dixwazin bitirsînin û nobeta edaletê bidawî bikin, ne ku sûc heye.”
“Gotinên wê li gorî azadiya xweîfadekirinê ye”
Yek ji parêzerên malbatê Ayşe Şehrîban Demîrelê jî biryarên saziyên hiqûqê yên navnetewî derbarê dozên heqaretê de dane bibîr xist û xwest ku biryara beraetê bê dayîn.
Hevseroka Şaxa Rihayê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Meral Halatê jî diyar kir ku divê gotinên Şenyaşarê gotine, li gorî azadiya xweîfadekirinê bên nirxandin.
Li dû axavtinan, heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir. Li gori vê biryarê, Emîne Şenyaşar bi 5 hezar û 800 TL cezayê pereyan hate cezakirin. Biryar nehate aşkerekirin.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AS/FD)