Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Desteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (NY) duh li ofîsa xwe ya Cenêvê, paytexta Swîsreyê civîneke çapemeniyê li dar xist û rapora xwe ya Sûriyeyê aşkere kir.
Di raporê de bûyerên di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 20ê Hezîrana 2023yan hene.
Desteyê di rapora xwe de diyar kir ku digel welêt ji bo Yekîtiya Erebî hatiye qebûlkirin jî êrîşên li dijî sivîlan, pevçûn, paşketina aboriyê û binpêkirinên mafan berdewam in.
Sûcê şerî tên kirin
Li gorî nûçeya UN Newsê, Serokê Komîsyona Sûriyeyê yê NYyê Paulo Sérgio Pinheiro di dema civînê de axiviye û şerê li Sûriyeyê dewam dike, bi gotina “delîleke binketina dîplomasiyê” penase kir:
“Aliyên şerî li herêmên di bin kontrola xwe de, sivîlan li gorî kêfa xwe digirin, îşkenceyê li wan dikin, wan bi darê zorê winda dikin û dikujin û bi vî rengî bi berdewamî şûcên şerî û yên li dijî mirovahiyê dikin.”
“DAIŞiyan hilgirin û wan dadgeh bikin”
Pinheiroyî bal kişand li ser rewşa kampên El Hol û Rojê yên DAIŞî û malbatên wan tê de tên girtin û got. “Em bang li dewletan dikin ku welatiyên xwe yên mêr yên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê tên girtin bi şûn de werbigirin, van mirovan ji sûcên şerî yên DAIŞê kirine, sûcên li dijî mirovahiyê kirine û ji komkujiyê berpirsiyar bigirin û bi rengekî adil wan dadgeh bikin.”
Êrîşên Artêşa Tirkan ên bi balafirên bêmirov
Di rapora ji 36 rûpelan pêk tê de, behsa şer û pevçûnên di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de her diçe gûr dibe hate kirin û hate gotin ku di encama êrîşên Tirkiyeyê de sivîl dimirin.
Raporê destnîşan kir ku Tirkiyeyê di demên cuda de bi balafirên bêmirov (SIHA) li dijî Rojavayê êrîşan pêk tîne, sivîlan dike hedef û gelek sivîl mirine.
Her weha hate diyarkirin ku Artêşa Milî ya Sûriyeyê û hêzên bi wê ve girêdayî, li dijî kurdan sûcên şerî û yên li dijî mirovahiyê dikin.
Rapor wê di Civînên 53yem ên Mafên Mirovan de bê nirxandin ku di 11ê Îlonê de li Ofîsa NYyê ya Cenêvê dest pê kirine û wê heta 13ê Çiriya Pêşiyê berdewam bin. (NT/FD)