Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (Meclîsa ISIGê), di meha Tebaxê de bi kêmanî 201 karker di dema karkirinê de mirin.
Meclîsa ISIGê ji Îlona 2011an û vir ve ye ango 12 sal in raporên mirina karkeran her meh diweşîne. Di van 12 salan de cara pêşiyêye hejmara miriyan, di mehekê de gihîşt 200î. Kesên ji ber nexweşiya Covid-19ê û karesata madena Somayê mirin, ne di nava vê hejmarê de ne.
Di heşt mehên destpêkê yên vê salê de, hejmara karkerên ku mirine gihîşt hezar û 255an.
Di meha Kanûna Paşiyê de 116, di meha Sibatê de 195, di meha Adarê de 130, di meha Nîsanê de 123, di meha Gulanê de 146, di meha Hezîranê de 161 û di meha Tîrmehê de 183 karker mirin.
Di meha Tebaxê de herî zêde karker di înşaetan û di dema çêkirina rêyan de mirin (53 karker). Piştî wê pale, karkerên daristanan û (51 karker) û paşê jî karkerên veguhastinê (25 karker) ketin lîsteyê.
52 karker ji ber qezaya trafîkê, qezayên serwîsan mirin. 25 karker ji cihên bilind ketine û cereyanê bi wan girtiye. 24 karker eciqîne û di bin cihên herifînê de man, 24 karker ji ber qeyrana krîzê û 10 karker ji ber teqîn û şewatê mirin.
10 karkerên ku di Tebaxê de mirin, zarok bûn.
Temenên 4 karkeran 14 û di jêr 14an de, yên 6 karkeran di navbera 15 û 17yan de, yên 39an di navbera 18 û 29an de, yên 82yan di navbera 30 û 49an de, yên 49an di navbera 50 û 64an de, yên 9an jî 65 û berjortir e.
Temenên 12 karkeran nehat zanîn. Ji 201 karkerên ku di meha Tebaxê de mirin, jê 11 karker, penaber/koçber bûn. (HA/FD)