Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Endezyara jin Zeynep Kazemî di civîna Lijneya Rêvebir a Odeya Endezyarên Bînasaziyê ya Tehranê de ji bo protestokirinê serpoşa xwe avêtiye ser dikê. Ji ber vê yekê cezayê qamçiyê lê hatiye birîn.
Li gorî nûçeya Ekmek û Gulê, endezyar Zeynep Kazemî ji bo Lijneya Rêveber a Odeya Endezyarên Bînasaziyê ya Tehranê bûbû namzet. Namzetiya wê di civîna 17ê Sibata 2023an de ji ber ku li dijî “serpoşê” bûye hatibû redkirin.
Zeynep Kazemî ku piştî redkirina namzediya wê ji bo protestokirinê serpoşa serê xwe avêtiye ser dikê. Ji ber vê yekê dadgeha Tehranê bi tohmeta ku "exlaqa giştî têk biriye" cezayê 74 qamçiyan li Kazemiyê biriye. Cezayê ku li Kazemiyê hatiye birîn bi şertê ku sûc dubare nebe 5 sal hatiye taloqkirin. (EMK/AY)