Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Buroya Hiqûqê ya Gel li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî (X) ragihandiye ku polîsan îro li Okmeydaniya Stenbolê bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin.
Hunermendên ku li navenda çandê ne di videoya ku weşandine de diyar kirine ku tevî 5 hevalên wan di 26ê Îlonê de danişîna wan hene jî zext tê kirin.
Grûp Yorûm nayê bêdengkirin
Di berdewamiya vîdeoyê de weha hatiye gotin:
"Faşîzma AKPê careke din lawaziya xwe nîşan dide. Weke artêşekê hat û êrîşî hunermendên gel dikin. Em natirsin. Grup Yorûm gel e, nayê bêdengkirin."
#SONDAKİKA
— Umut TV (@_UmutTv) September 8, 2023
An itibariyle Grup Yorum’un faaliyet yürüttüğü İdil Kültür Merkezine polis baskın düzenleniyor !
Grup Yorum Halktır Susturulamaz! pic.twitter.com/anWpF0mTuH
Meclîsa Gel a Okmeydaniyê jî gotiye, "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li Navenda Çandê ya Îdîlê derkevin."
Di 29ê Îlona 2022an de yek ji serdegirtinên dawî yên li navenda çandê ya ku Grup Yorum lê xebatên xwe dimeşîne pêk hat û polîsan bi saetan li navenda çandê lêgerîn kiribûn.
(TY/AY)