Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan(EHB) Sezîn Ûçar û Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan parêzer Ozlem Gumuştaş ji bo îfadeyê bidin çûbûn Edliyeya Çaglayanê û li wir hatibûn desteserkirin. Herdu parêzer ji bo dozgeriyê hatine sewqkirin. Piştî îfadeyan dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew şandin Dadweriya Cezê û Aştiyê.
Parêzer Sezîn Ûçar û Hevseroka Giştî ya ESPê Ozlem Gumuştaş piştî îfadeyên wan yên li qereqola cendirmeyan vê sibê birine Edliyeya Çaglayana Stenbolê.
Ji bo îfadeya li dozgeriyê di nezareta edliyê de tên girtin.
Dozgeriyê piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê parêzer Sezîn Ûçar û Hevseroka Giştî ya ESPê Ozlem Gumuştaş şandiye Dadweriya Cezê û Aştiyê. Dadweriyê Ûçar û Gumuştaş bi şertê kontrola edlî serbest berdaye.
Çi bûbû?
Sezîn Ûçar û Ozlem Gumuştaş roja sêşemê (5ê Ilonê) di çarçoveya lêpirsîneke di sala 2022an de derbarê wan de vebûye, ji bo îfadeyê bidin çûne Edliyeya Çaglayana Stenbolê.
Li wir Ûçar û Gumuştaş bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” tên desteserkirin û bi fermana dozger ew birine Baregeha Leşkerî ya Stenbolê ku Maslakê ye.
(RT/AY)