Fotograf: Xwendekarên ODTUyê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rektoriya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) lêpirsîneke din li xwendekarên ku roja 26ê Tîermehê di dema merasîma derçûnê de ala LGBTI+an bilind kiribûn, da destpêkirin.
Berê lêpirsîn li du xwendekaran vekiribû ku ala 20 metroyî bilind kiribûn. Niha jî teblîgatname ji sê xwendekaran re şandin ku tê de gotiye, ji bo wan lêpirsînname hatiye amadekirin.
Rektoriyê ji xwendekaran xwest ku heta 12ê Îlonê saet 11.00ê paraznameyên xwe pêşkêş bikin û biçin ofîsa bûrs û disîplînê.
Xwendekaran ji bianetê re got ku, Rektoriyê li vîdeoyeke dirêj a derçûnê temaşe kiriye û navên xwendekaran tomar kiriye. Her weha wan diyar kir ku kesên teblîgatname ji wan re şandine, ala mezin bilind nekiriye, lê alên biçûk di destên wan de bûn.
Çi bûbû?
Rektoriya ODTUYê di 20ê Tîrmehê de detayên derbarê merasîma derçûnê ya 26ê Tîrmehê de ragihandibû.
Li gorî vê ragihandinê, tedbîrên gelekî berfireh hatin wergirtin, kesên li qadê wê bimeşin hatin kontrolkirin, pankart û alên wê bên vekirin, hatin kontrolkirin.
Xwendekarên wê di dema merasîmê de bimeşin, wê nikaribin ji bilî “ala Tirkan, alên welatên xwendekarên biyanî û flamaya ODTUyê” ti alayan vekin.
Xwendekaran di dema merasîma stadyûmê de him ala LGBTI+an him jî ala transan bilind kirin. Malbatên xwendekaran jî piştgiriyeke xurt dane wan.
Rojnameyên mîna Yenî Şafak û Starê çalakiya xwendekaran, bi gotinên “Bi paçên LGBTyan provokasyon” kirin hedef.
Di 2yê Îlonê de teblîgatname ji xwendekaran re çûbû û ji wan re hatibû diyarkirin ku lêpirsîna wan wê bê kirin. (TY/FD)