Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mafparêz û karsaz Osman Kavala, bûye namzetê Xelata Vaclav Havelî. Kavala ji ber doza Geziyê, li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvriî) tê girtin.
Li gorî nûçeya Kayhan Karacayî ya di TW tirkiyê de hatiye weşandin, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Osman Kavala ji bo Xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havelî hilbijartiye ku ji bilî wî du fînalîstên din hene. Meclîs her sal vê xelatê dide mafparêzan.
Ji bilî Kavalayî, ji Polonyayê Justyna Wydzynska û ji Ûkraynayê Yevneîy Zakharov, her du fînalîstên din in. Panela Xelata Vaclav Havelî li Pragê, paytexta Komara Çekyayê civiyaye û namzet diyar kirine.
Di navbera 9 û 13ê Çiriya Pêşiyê ya 2023yan li Strasbourgê wê civîna giştî ya MPKEyê pêk bê. Li wir wê xelatgir bê aşkerekirin.
Vaclav Havel Library ya navenda wê li Pragê ye û Weqfa Charta 77an, bi hevkariya MPKEyê vê xelatê ji sala 2013an û vir ve didin. Xelat ji bawernameyekê, plaketekê û 60 hezar Eûroyî pêk tê. (AS/FD)