Hevseroka ESPê Gumuştaş û parêzer Ûçar hatine desteserkirin
Parêzer û endamê OHDyê Dogûkan Taşdan diyar kir ku Ûçar û Gumuştaş li ber Edliyeya Çaglayanê hatine desteserkirin.
![Hevseroka ESPê Gumuştaş û parêzer Ûçar hatine desteserkirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/597/original/sezin-.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan(EHB)Sezîn Ûçar û Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan parêzer Ozlem Gumuştaş ji bo îfadeyê bidin çûne Edliyeya Çaglayanê û li wir hatine desteserkirin.
Parêzer û endamê OHDyê Dogûkan Taşdan diyar kir ku Ûçar û Gumuştaş li ber Edliyeya Çaglayanê hatine desteserkirin.
Her weha Taşdan weha got:
“Hevalên me yên parêzer ên bi îradeya xwe çûn îfadeyê bide bi fermana dozger ji aliyê cendirmeyan ve li ber derî hatin desteserkirin. Hevalên me birin qereqola cendirmeyan.”
(RT/AY)