Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Amedê di 28ê Kanûna Pêşiya 2019an de wesayîta polîsan a zirxpoş li Cîhan Can dabû û bûbû sedema mirina wî. Di doza Can de dadgehê biryara xwe aşkere kir.
Têkildarî mijarê bi îdiaya ku “bi qestî bûye sedema mirinê” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 11emîn Dadgeha Cezayên Esliyeyê ya Amedê hate lidarxistin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê birayên Can û parêzerê wî Fûat Coşacak di danişînê de amade bûne. Bersûc H.A. tev li danişînê nebûye.
Di danişîna berê de dozgerê komarî diyar kiribû ku li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) polîsê bersûc H.A. ji sedî 100 biqisûr e û xwestibû H.A. bi sûcê ku pê tê sûcdarkirin bê cezakirin.
Dozgerî di vê danişînê de jî heman nêrîna xwe dubare kir.
Têkildarî darizandinê îfadeyên herî dawî yên birayên Can û parêzerê wî hate guhdarîkirin. Birayên Can û parêzer Coşacak diyar kirin ku divê sûcê bersûc kiriye neguhere û xwestin bi cezayê girtîgehê were cezakirin. Parêzerê bersûc jî xwest ku miwekîlê wî were berdan.
Piştî parastinan, dadgehê biryar xwe da. Dadgehê bi sedema “Ji ber qisûra xwe bûye sedema mirina Cîhan Can” 3 sal cezayê girtîgehê da. Lê belê cezayê bersûc H.A. ji 6 paran yekî daxist û ev cezaye veguherand cezayê pereyan. Dadgehê biryar da ku H.A. 21 hezar û 200 TLan bide.
(RT/AY)