Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan (OSI) ji bo mafên binpêkirinê yên li cenazeye Yilmaz Ûzûnê HPGyî û Şakir Tûranê girtiyê nexweş bûne, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Cenazeye Yilmaz Ûzûnê HPGyî yê di sala 2020an de can dabû, di nava qutîkekê de dabûn malbata wî. Şakîr Tûranê girtiyê nexweş jî di girtîgehê de miribû.
Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de got, “Em li dijî tundkariya li miriyan dibe, derdikevin.”
Înîsiyatîfê binpêkirinên mafan ên herdû bûyeran bibîr xist û wiha berdewam kir:
“Eziyeta li miriyan dibe, ziyanê dide hemû têkiliyên civaka em tê de dijîn û ihtimala avakirina pêkvejiyaneke wekhev ji holê radike. Ne gengaz e ku ev eziyet bi sedemên polîtîk û etîk, bi maf û azadiyan û olî û etîk bên ravekirin, rewakirin, asayîkirin û pejirandin.
“Em, Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan careke din dibêjin: Em eziyet ali miriyan û cenazeyan dibin, nepejirînin. Em bang li hemû hêzên demokrasi û aştiyê dikin ku li dijî vê eziyet, îşkence û êrîşan, dengên xwe bilind bikin.” (RT/FD)