Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Nazîla Marûfyanê ji ber ku bi bavê Jîna Mahsa Amînîya ku ji aliye polîsên exlaqê ve hatibû kuştin hevpeyvîn kiribû cara çaremîn hatiye girtin. Marûfyanê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Herî dawî jî Marufiyan ku di 30ê Tebaxê de hatibû girtin, daxwaza serbestberdana bê şert û merc û cezakirina efserên ku di dema desteserkirinê de tundî li wê kirine, kiriye.
Marufyana ku li Girtîgeha Evînê girtîye, ji ber tundiya ku lê hatibû kirin, di 31ê Tebaxê de biribûn nexweşxaneyê.
Di 30ê Çiriya Pêşiyê de hatibû girtin
Rojnameger Nazîla Marûfiyan piştî weşandina hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re ya di 30ê Çiriya Pêşiya 2022an de bi fermana Serdozgeriya Polîsan a li Girtîgeha Evînê hatiye girtin û di dema lêpirsîna li navenda girtîgehê de rastî zext û gefên giran ên îtirafkirinê hatiye.
Rojnameger Marûfiyan ji ber zextan du caran nexweş ketiye û ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê.
Marûfiyan di 9ê Kanûna Paşiyê de bi 600 milyon tumen (14 hezar dolar) kefaletê bi awayekî demkî ji Girtîgeha Qarçakê hatibû berdan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Iranê ji Ilona sala par roja çalakiyên ji bo Jîna Mahsa Aminiyê destpê kiriye heta niha 79 rojnameger hatine desteserkirin. (HA/AY)