Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hestiyên Yilmaz Ûzûnê PKKyî (Tolhildan Tekman) piştî 3 salan, roja 1ê Gulanê Roja Aştiyê, di qutîkekê de radestî malbata wî kirin. Ûzûn tevî 5 hevalên xwe, sala 2020ê, di dema bombebarana asmanî de can dabû.
Li gorî nûçeya MAyê, malbatê di sala 2020ê de xwîn da da ku cenaze teşhis bikin û encam jî derketin lê bêyî malbatê agahdar bikin, cenazeye Ûzûnî li Goristana Bêkesan binax kirine.
Îbrahîm Ûzûnê ku hestiyên kurê wî di nava qutîkekê de radestî wî kirin, got: “Kurê min di sala 2020ê de giyanê xwe ji dest da. Wan rojan ez hatim Sêrtê û min xwîna xwe da. Di sala 2021ê de encam derketin lê me agahdar nekirin. Paşê me daxwaznameyek da. Cenaze radestî me kirin.”
Malbatê cenazeyê kurê xwe bir navçeay Tatosê ya Erziromê. (EMK/FD)