Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Hale Gonultaş piştî nûçeyên derbarê koma tevhîdê de rastî gefên bi peyam û telefonan hatibû. Gonultaşê li ser vê yekê giliyê wan kesan kiribû. Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê kesên tê îdîakirin endamên koma Tevhîdê ne de biryara neşopandinê daye.
Li gorî nûçeya T24ê, her çend Gonûltaş peyamên tehdîdê û belgeyên ku nîşan dide bi telefonê hatiye tehdîdkirin pêşkêş kiriye jî, dozgeriyê li ser yek navekî lêpirsîn birêve biriye û biryara neşopandinê daye.
Serdozgeriyê serlêdana sûc a Gonûltaş a di 3ê Gulana 2023an de piştî mehekê di 13ê Hezîrana 2023an de bi dawî kiriye.
Serdozgeriyê di biryara xwe de wiha gotiye, "Di çarçoveya lêpirsîn û delîlên ku hatine berhevkirin de, ji bilî îdiaya razber a ku gumanbar gef xwariye tu delîl têr nake ku doz were vekirin.”
(RT/AY)