Fotograf: Sol Haber
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Taxa Dûrsûnliyê ya navçeya Defneya Hatayê, mexdûrên erdhejê duh bi şev meşek li dar xist û nebûna elektrîk û avê protesto kir.
Li gorî nûçeya Sol Haberê, welatiyan got ku piştî erdhejên 6ê Sibatê, pirsgirêka ava paqij çareser nebûye, gelek caran elektrîk û av qut dibin û xwest ev pirsgirêk çareser bibin.
Mexdûrên erdhejê beriya niha jî ji bo ji wan re ava paqij dabîn bibe, di dema hilweşandina avahiyan de avê bikar bînin û barhilgirên bermahiyan bar dikin, bi necin.
Piştî meşa protestoyî, sekreterê birêxistinkirinê yê TOB-Senê Hîzam Hasirci bang li rayedaran kir û got:
“Ê we li malên we av heye, li malên welatiyan av nîne. Heke na, em ê li vî bajarî dest ji we bernedin. Bi zehmetî em xwe digihînin ava paqijiyê û bi ser de mixabin ji ber rayedar nebikêr in em nikarin ava ji bo paqijiyê jî bi dest bixin. Mixabin li Taxa Dûrsûnliyê av nîne, mirovan neçar dikin ku di şert û mercên nebaş de bijîn. Em dibêjin êdî bes e. Him pirsgirêka avê him jî zêdebûna pîleya germahiyê, dibe ku niştecihên taxê bi şewban re rû bi rû bimînin.” (AS/FD)