Fotograf: Ali Jadallah / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteqeyêm Yekgirtî (OCHA) rapora xwe ya derbarê Filistinê de aşkere kiriye.
Li gorî raporê, ji sere sala 2023yan heta niha Artêşa Îsraîlê 172 filistînî kuştine. Hejmara kesên ku heta niha hatine kuştin, ji hejmara tevahiya sala derbasbûyî zêdetir e.
Di sala 2022yan de 155 filistînî kuştine
Li gorî rapora OCHAyê, leşkerên Îsraîlê di sala 2022yan de 155 filistînî kuştine.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji sala 2005an û vir ve di sala 2022yan de herî zêde filistînî li Qudsa Rojhilat û Şerîaya Rojava filistînî hatine kuştin.
780 mal û 22 dibistan hatine rûxandin
OCHAyê di rapora xwe de diyar kiriye ku Artêşa Îsraîlê ji sere sala 2023yan û vir ve li Şerîaya Rojava 7 hezar û 372 filistînî birîndar kirine.
Li herdu herêman jî 780 mal rûxandine.
Her weha hatiye diyarkirin ku ji sala 2010an û vir ve, li herêma “C”yê ya Şerîaya Rojava û li Qudsa Rojhilat, bi hinceta “destûrnameyên wan nînin” ji bo rûxandina 22 dibistan an jî destdanîna li ser wan, 41 biryar hatine bicihanîn.
- Sala 1995an di navbera Filistîn û rêveberiya Îsraîlê de “Peymana Duyem a Osloyê” hatibû îmzekirin. Li gorî vê Peymanê, Şerîaya Rojava bûbû sê herêm ku navê wan herêma A, B û Cyê ye. “Herêma A”yê ji sedî 18ê Şerîaya Rojava ye ku rêveberî û ewlehiya wê di destê filistîniyan de ye. “Herêma B” ji sedî 21ê Şerîaya Rovayayê ye û rêveberiya wê di destê filistîniyan, ewlehiya wê jî di deste îsrailiyan de ye. “Herêma C” ji sedî 61ê Şerîaya Rojavayê ye û ewlehî û rêveberiya wê di destê îsraîliyan de ye.
(AS/FD)