Fotograf: Ali Dinç / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Karkerên ku li Navenda Belavkirina Express a Trendyolê, piştî ku ji ber xebatên xwe yên sendîkayê ji kar hatin derxistin, duh dest bi çalakiyekê kirin.
Karker li Navenda Belavkirinê ya li Esenyûrta Stenbolê ye kar dikirin û dixwazin dîsa vegerin ser karên xwe.
Sendîkaya Karkerên Depo, Bendêr, Tersxane û Deryayan (DGD-SEN) û PTT-Senê pêşekiya çalakiyê dikin.
Li ber depoya ku çalakî lê pêk tê, pankarta “Karkerên hatine avêtin bila li kar vegerin” hate daliqandin. Her weha karkeran diyar kir ku “Ji bo her hevalekî/e xwe ya ji kar hatiye avêtin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Nûnerê PTT-Senê Emre Ozdek yek ji wan karkeran e ku ji ber xebatên sendîkayê birêve dibir, di 12ê Tebaxê de ji kar hatiye derxistin. Ozdek du sal in li Trendyolê kar dike. Wî got, ew ji ber Xala 25/2yê ya Qanûna Karî (Tevgerên ne li gorî rêzikên exlaqî û niyetpakiyê) ji Trendyolê hatiye derxistin.
Ozdekî destnîşan kir ku di nava du salan de gelek caran mobbing lê bûye û wî heqê keda xwe nedistend: “Di nava du salan de zêdetirî hezar hevalên me ji ber sedemên vikîvala ji kar hatin avêtin. Me jî got ji bo em mafên xwe misoger bikin, divê em xwe birêxistin bikin. Em neçar bûn, ji ber ku bi sedemên vala hemû kes ji kar dihatin avêtin.”
Ozdekî got ku li beramberî biryara jikarderxistinê wan tevî DGD-SEN û PTT-Senê di 16ê Tebaxê de li ber depoyê daxuyaniyek daye. Ji ber ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî, ev daxuyanî ecibandine, 90 karkerên din ji kar hatine derxistin.
Parêzerê DGD-SENê Yagiz Tîmoçînî ji bianetê re diyar kir ku berê jî ji ber li depoya Trendyolê li ber kar û xebatên sendîkayî dibûn asteng. (AD/VC/FD)