Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Kocayî du roj berê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan li sîstema “e-reçetem”ê zimanê ingilîzî, erebî, rûsû, almanî û fransizî zêde kiriye. Kesên ku dermannameyên xwe werdigirin, dikarin bi van zimanan jî zanyariyan bixwînin.
Gelek kesan û derdoran bertek nîşan dan ku çima kurdî jî ne di nava vê sîstemê de ye.
55 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk, pirsyarname pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiriye û wan gotiye ku çima kurdî jî di nava van zimanan de nîne.
Di pêşniyarnameyê de hatiye destnîşankirin û gotin ku “Kurdî zimanê dayikê yê bi milyonan welatiyên vî welatî ye ku hûn jî di nava wan milyonan de ne û din ava jiyana civakî û malbatan de yê herî zêde tê bikaranîn e û Wezareta we ew negirtiye nav sîstema ‘e-reçetem’ê û bi milyonan welatî tune hesibandiye.”
Parlamenteran her weha bal kişandiye li ser karûbarên tenduristiyê û bikaranîna zimanê dayikê ya div an karûbaran de.
Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikûlûyî jî li ser peyaman Wezîr Kocayî wiha nivîsiye:
“Nayê qebûlkirin ku kurdî, zimanê dayikê yê milyonan welatiyên me nexistine sîstema e-reçetemê. Bi vê rewşê, pirsgirêkên ji ber ku welatiyên me nikarin xizmeta tenduristiyê bi zimanên xwe yên dayikê werbigirin û derdikevin holê ji nedîtî ve hatiye dîtin. Çima di sîstemeke ku rûsû û erebî tê de hebe, kurdî nîne?” (RT/FD)