Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) ji bo Dîlokê rapora mirinên di dema karkirinê de amade kiriye.
Rapora ISIGê li gorî daneyên di navbera salên 2013 û 2023an hatiye amadekirin. Li gorî raporê li Dîlokê di 10 salên dawî de herî kêm 427 karker di dema karî de mirine. Ji wan 20 jin, 407 jî mêr bûne.
Di sala 2013an de 29, 2014an de 29, 2015an de 33, 2016an de 34, 2017an de 34, 2018an de 50, 2019an de 49, 2020an de 58, 2021an de 55, 2022an de 41 û di heft mehên destpêkê yên sala 2023an de jî 15 karker di dema karkirinê de mirine.
Di mirinên dema karî de yên li Dîlokê de jê 39 zarok û 51 jî penaber/koçber bûne. Her weha ji wan bi tenê 6(ji sedî 1,4) sendîkayî bûne. 421 karker jî (ji sedî 98,6) endamên tu sendîkayek nebûne.
Karker herî zêde di beşa çêkirina rê û avahiyan de mirine. Di van beşên karî de 92 karker mirine.
77 karker di beşa daristan û çandiniyê de, 49 karker di beşa tekstîlê de, 47 karker di beşa veguhestinê de mirine. Her weha mirinên din di beşên cûda de pêk hatine.
Mirina zarokên karker
Dabeşkirina mirinên di dema karî de ên li Dîlokê li gorî komên temenî wiha ye:
o 14 û kêmtir 18 zarok,
o Yên temenên wan di navbera 15-17yan de 21 zarok/ciwan,
o Yên temenên wan di navbera 18-29an de 96 karker,
o Yên temenên wan di navbera 30-49an de 177,
o Yên temenên wan di navbera 50-64an de 82,
o 65 û berjortir 13,
o Temenên 20 karkeran nehatiye diyarkirin.
(HA/AY)