Fotograf: Meclîsa Jinan a HDPyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Colemêrgê duh di encama qezayeke trafîkê de ji Dayikên Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê Perîşan Akçelîkê Cîhan Akçelik can dane. Parêzer Erdal Safali jî birîndar bûye.
Li gorî nûçeya MAyê, di 15ê Tebaxê de polîsan, li Colemêrg û navçeyên wê bi ser malan de girtibûn û 23 kes desteser kiribûn ku Dayikên Aştiyê jî di nava wan kesan de hebûn.
Dayikên Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê Perîşan Akçelîk tevî parêzer Erdal Safali ji bo di vê lêpirsînê de îfadeyê bidin ji Geverê çûne Colemêrê. Di rêya vegerê de kesên navborî qezayeke trafîkê kirine.
Adalet Safali û Perîşan Akçelîk li cihê qezayê can dane. Cîhan Akçelîk û Erdal Safali bi giranî birîndar bûne û ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
Cîhan Akçelîk di rê de can daye û parêzer Erdal Safali li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê di beşa nexweşiyên giran de tê dermankirin.
Adalet Safali li gundê xwe Memkavayê hatiye binaxkirin. Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk wê îro li gundê xwe Yarînşahê bên binaxkirin.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Hevseroka Giştî ya DBPyê Salîha Aydenîz tevî parlamenterên Partiya Çepên Kesk û rêvebirên heman partiye, wê îro biçin Geverê û serdana cihê şînê bikin.
Bûldanê peyama sersaxiyê weşandiye
Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervîn Bûldanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke sersaxiyê weşandiye.
Bûldanê sersaxî ji kesên navborî re xwestiye. Her weha Meclîsa Jinan a HDPyê jî bi heman rengî daxuyaniyek weşandiye û diyar kiriye ku “Soza me ji wan dayikên me re ye ku digel hemû zilm û zordariyan kêliyekê jî ji gotina aştiyê venegeriyane. Têkoşîna we têkoşîna me ye.” (AS/FD)