Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) parêzer Eren Keskînê derbarê cezayê li Mazlûm Îçliyî hatiye birîn bersiva pirsên MAyê daye.
Mazlûm Îçlî dema 14 salî bû, bi tohmeta ku di dema çalakiyên Kobaniyê yên 6-8ê Çiriya Pêşiyê de Yasîn Boru jî tê de destê wî di kuştina çar kesan de heye, hatibû girtin.
Keskînê ji bo biryara cezakirina Îçliyî gotiye, “qetlîama hiqûqê” û ew ê ji bo Mazlûm Îçliyî dest bi kampanyayekê bikin.
Eren Keskînê bibîr xistiye ku digel hatiye îspatkirin Îçlî di dema bûyerê de ne li wir e lê biryareke bi vî rengî hatiye dayîn û ev jî nîşan e ku “ji jor de destwerdanek heye.”
Keskînê bal kişandiye li ser gotinên şahidan û wiha dewam kiriye: “Şahidê ku Îçlî şibandiye bi xwe jî gotiye ‘ez nizanim kesê poşman bûye çi ye. Min tenê got ez dişibînim’. Lê weke ku ev hemû jî tune ne. Heta dozgerê li dosyayê dinêre, beriya vê carê xwestiye Mazlûm beraat bike lê piştî demekê ji jor de ferman jê re hatiye û nêrîna xwe guhertiye û vê carê dixwaze bê cezakirin. Ji ber sûcekî nekiriye cezayekî zêde li Mazlûm birîn û ew li girtîgeh^emezin dibe. Di 14 saliya xwe de ketiyê û îro weke ciwanekî 23 salî hîna di girtîgehê de ye.”
Ji bo Kobaniyê li faîlekî diğerin
Eren Keskînê Doza Kobaniyê bibîr xistiye û gotiye ku “Di rastiyê de sedema van tiştan giş mijara Kobaniyê ye. Ji bo destkeftina kurdan Kobaniyê li faîlekî diğerin. Naveroka Doza Kobaniyê jî bi temamî vala ye, hevalên me ku naxwazin ziyanê bidin gêrîkekê bi vî rengî tên dadgehkirin. 30 sal in ku ez din ava tevgera mafparêziyê de me, nayê bîra min ku ti gavê hiqûq li bin lingan bû.”
Keskînê daxwaz kiriye ku hiqûq pêk bê û ew ê dest bi kampanyeyekê bikin. Her weha wê di demeke kurt de serdana Mazlûmî bike.
Çi bûbû?
Bi îdiaya ku di dema çalakiyên 6 û 8ê Çiriya Pêşiyê ya 2014an de Yasîn Boru jî di nav de 4 kes kuştine, Mazlûm Îçliyê wê demê 14 salî bû, bi 124 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin.
Dadgeha 2yem a Cezayê Giran a Enqerê bi tohmeta ku “xwestiye hevgirtina welatî têk bibe” û “4 kes kuştine” ev biryar dabû.
Ji bilî parêzerê Îçliyî Dozgerê Komarî jî li dijî biryarê serî li Dadgeha Îstînafê dabû.
Dozgerî jî gotibû ‘Ne li cihê bûyerê bû’
Dozgerî di daxwaznameya xwe de diyar kiribû ku li gorî rapora analîza HTSyê, derketiye holê ku delîlên berbiçav, pêbawer û ji hemû şik û gûmanan dûr nehatine peydakirin.
Daîreya 4an a Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê daxwaz nepejirand û dosye çû ber destê Dadgeha Bilind.
Daîreya 16an a Cezayan a Dadgeha Bilind biryara ku bi îdiaya ‘3 kes kuştine’ û ‘xwestine hevgirtina welatî têk bibi’ hatibû dayîn, pesend kiribû lê di sala 2020an de ya derbarê Yasîn Boruyî de nepejirandibû.
Di heman demê de bi dîmenan hatibûn delîlkirin ku Mazlûm Îçlî wê rojê, 140 kîlometroyan dûrî cihê bûyerê bû û tevî ekîba xwe ya muzîkê li dawetekê bû.
Di 28ê Gulana 2021an de danişîna dozê pêk hatibû û Dozgerê Komarî nêrîna xwe tevî sedeman aşkere kiribû. Dozgerî diyar kiribû ku li gorî delîlên hatine komkirin, divê Mazlûm Îçlî tehliye bibe.
Di 25ê Hezîrana 2021an de danişîneke din a dozê pêk hat û vê carê heman dozgerî xwest ku Mazlûm Îçlî bê cezakirin.
Heman rojê, dadgehê biryar da ku daxwaza dibêje ji ber kuştina sê kesan bila careke din bê dadgehkirin û bicihanîna cezayê Mazlûm Îçliyî bisekine, pejirandibû. Lê dozger li dijî vê biryarê derketibû û dadgehê jî li gorî daxwaza dozgerî, biryara xwe guherîbû.
Dadgehê di 29ê Îlona 2021an de bi tohmeta ku “Yasîn Boru kuştiye” cezayê miebeta girankirî dabû Mazlûm Îçliyî.
Parêzerê Îçliyi Mahsûnî Karamanî, serî li Dadgeha Bilind dabû.
(RT/FD)