Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Amedê hunermend Emel Çîftçî duh sibê dema ji bo dermankirinê diçe nexweşxaneyê, bi hinceta derbarê wê de biryara girtinê heye ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.
Li gorî nûçeya MAyê, bi hinceta lêpirsînên li Enqere û Êlihê hatine destpêkirin Çîftçiyê desteserkirine. Çîftçîyê di destpêkê de di çarçoveya lêpirsîna ku bi hinceta îfadeyên şahidê nepen Ulaş hatiye vekirin de li Enqereyê îfadeya xwe daye.
Çîftçî bi rêya Sîstema Deng û Dîmênî (SEGBÎS) li Edliyeya Amedê îfade daye ji ber îfadeyên şahidê nepen Ulaş ên derbarê wê de hatiye sûcdarkirin, Çîftçî di çarçoveya xebatên çand û hunerê de bi îdiaya ku "endama rêxistinê ye" û "rêvebera rêxistinê ye" hatiye tawanbarkirin û bi daxwaza "girtinê" sewqî Dadgeriya Cezê û Aştiyê ya Nobedar kirine.
Dadgeriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê bi rêya SEGBÎSê îfadeya Çîftçiyê stendiye.
Parêzerên Çîftçiya ku li Amedê hatiye desteserkirin rapor pêşkêşî dadgehê kirine û gotine, Emel Çîftçî bi penceşêra malzarokê ketiye û pêwîstiya wê bi emeliyata lezgîn heye. Lêbelê dadgehê bi îdiaya ku "guman heye bireve" biryara girtinê Çîftçiyê daye.
Piştre Çîftçî birine Girtîgeha Girtî ya Jinan ya Amedê.
(NT/AY)