Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Lîbyayê şer û pevçûnên di navbera “Rada”, Hêza Têkoşîna li Dijî Terorê û Sûcan a Desteya Serokatiya Lîbyayê û “Lîwaya 444an” a Hikûmeta Yekgirtî ya Netewî de berdewam dikin.
Li gorî nûçeya Al Jazeerayê, di du rojên dawî de li Trablûsê di necama vî şerê de 55 kek mirine û 146 kes jî birîndar bûne.
Serokwezîrê Hikêmeta Yekgirtî ya Netewî ya Lîbyayê Abdûlhamîd Dîbeybeyî duh li Trablûsê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Dîbeybeyî gotiye ku li herêma Noflînê, roket li nêzîkî cihê malbata wî lê dimînin ketiye.
Dîbeybeyî bal kişandiye li ser bêxemiya civaka navnetewî û gotiye: “Divê em ibrete ji şerê li Sûdanê rû daye, bistînin. Em naxwazin senaryoyeke mîna vê li Lîbyayê dîsa rû bide. Ew kesên dibin sedema mirina mirovan, ne hêjayî erkdariyê ne. Ger ez jî bîm.”
Çi bûbû?
Di destpêka hefteyê de li herêma Ayn Zarayê ya paytexta Lîbyayê Trablûsê û başûrê wê şer û pevçûn di navbera Rada û Lîwaya 444an de derketibû.
Li gorî nûçeyên ku di medyaya Lîbyayê de hatine weşandin, şer ji ber Radayê fermandarê Lîwaya 444an Mahmûd Hamza desteser kiribû, dest pê kiriye.
Hikûmeta Yekgirtî ya Netewî ragihandibû ku piştî Hamza di 15ê Tebaxê de radest kirine, agirbest hatiye ragihandin.
Ji sala 2011an û vir ve ango ji dema ku Mûammer Kaddafî di encama serhildanan de ji hikum hatibû xistin û vir ve, dem bi dem şer û pevçûn li Lîbyayê rû didin.
Par meha Tebaxê, di navbera du hêzên dixwazin bibin desthilatdarên Lîbyayê li Trablûsê şer kiribûn. Di encamê de 32 kes miribûn û 159 kes jî birîndar bûbûn. (NT/FD)