Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bejahiya gundê Peyindasa navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di 10ê Tebaxê de TSKyê bombebarana hewayî kiribû û piştî bombebaranê li gund operasyon hatibû kirin û di encamê de 8 gundî hatibûn desteserkirin. Karê îfadedayînê yên gundiyan li Edliyeya Bedlîsê destpê kiriye.
Kerem Avras, Mustafa Tedbîrlî, Hîkmet Tedbîrlî, Necîp Tedbîrlî, Velî Çelîk, Heybet Çelîk, Serkan Îpek û Garîp Îpek duh li baregeha leşkeri îfade dabûn. Her weha îro sewqî dozgeriyê hatine kirin. Karên îfadeyê yên gundiyan li dozgeriyê didome.
Derbarê rewşa herdu bira Fetullah û Ekrem Avras ên ku ji roja operasyonê heta niha agahî jê nayê girtin, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Parêzer Berfîn Ozan duh ji bianetê re axivîbû û gotibû, "Rayedarekî cendirmeyan ji me re got, 'Ji Ekrem û Fetullah Avras re bêjin bila werin îfadeyê bidin'. Lêbelê ne em û ne jî malbat nizanin li ku ne."
Pismamê herdu birayan Huseyîn Avras ji bianetê re axivîye û diyar kiriye ku derbarê rewşa Ekrem û Fetullah Avras de tu agahî li ber deste wan nîne.
(NT/AY)