Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku di 9ê Tebaxê de belemeke koçberan li nêzîkî Girava Lampedûsaya Îtalyayê noqî avê bû û 41 penaber tê de mirin, mirina koçberan a li Behra Spî careke din bû rojev.
Li gorî daneyên ku Xaça Sor a Îtalyayê da, navenda pêşwazîkirinê ya Lampedûsayê ji niha ve tijî bûye. Cihê 600 kesî li vê navendê heye lê nêzîkî 2 hezar û 500 penaber li vir dimînin.
Li gorî raporên Desteya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (UNCHR), têx texmînkirin ku di navbera Kanûna Paşiyê û Tebaxa 2023yan de 90 hezar û 763 koçber çûne Îtalyayê. Di tevahiya sala 2022yan de 105 hezar û 131 koçber çûbûn vî welatî.
Di 9 salan de 27 hezar koçber mirin
Ji salên 2014-2015an û vir ve ango ji dema krîza koçberiyê ya Ewropayê û vir ve, Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî (IOM) derbarê mirin, windabûn û penaberên rizgarbûyî de daneyan berhev dike. Li gorî van daneyan, di neh salan de zêdetir ji 27 hezaran koçber, dema xwestine xwe bigihînin Ewropayê, mirin.
Di Behra Spî de sala 2016an zêdetir ji 5 hezaran mirov mirine yan jî winda bûne. Hejmarên wê salê, di asta herî jor de bûn. Di sala 2018an de hejmar 2 hezar bû û di sala 2020an de ji ber nexweşiya Covid-19ê hejmar ket. Lê di nava heft mehên sala 2023yan de hejmara miriyan ji ya çar salên dawî zêdetir e. (NT/FD)