Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hewldana Azadiya Baweriyan rapora xwe ya “Li Tirkiyeyê Sûcên Nefretkirinê yên Têkildarî Ol, Bawerî û Nebaweriyan” ya 2022yan aşkere kir.
Li gorî çavdêriya Hewldana Azadiya Baweriyan, di navbera mehên Kanûna Paşiyê û Kanûna Pêşiyê ya 2022yan de 36 sûcên nefretkirinê yên têkildarî ol, bawerî û nebaweriyan hatine diyarkirin.
Tîma ku rapor amade kiriye, diyar kir ku li seranserê cîhanê kêm caran giliyên sûcên nefretkirinê tên kirin û rapor li ser wan tên amadekirin. Ji ber wê jî hejmarên navborî tevahiya rewşî nîşan nade.
Di sala 2022yan de li dijî van koman sûcên nefretkirinê hatine raporkirin:
- Elewî 15,
- Xiristiyan 15,
- Cihû 4,
- Êzidî 1,
- Misilman 1.
Li gelek deverên Tirkiyeyê gef li kesên xwediyê baweriyên cuda hatine xwarin, ziyan gîhandine mal û milken wan, êrîşî îbadetxane an jî goristanên wan kirine, hewaret li wan bûye, êrîş, tacîz li dijî wan pêk hatiye.
Saziyê diyar kiriye ku ji ber pêvajoyeke bibandor a hiqûqî li dijî van sûcan nayê birêve birin û politikaya necezakirinê bipêş dikeve, pêşiya van sûcan nayê girtin. (HA/FD)