Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan(IHD) “Rapora Şopandina Mafan a Li Girtîgehên Tirkiyeyê ya 2022an” di avahiya komeleyê de bi civîneke çapemeniyê aşkere kiriye.
Li gorî vê rapora dawî ya IHDyê di nava sala 2022an de li girtîgehan herî kêm 10 hezar û 789 caran mafên girtiyan hatine binpêkirin.
22 girtîgehên nû hatine vekirin
Li gorî raporê di sala 2022an de 22 girtîgehên nû hatine vekirin, bi wan re hejmara girtîgehan bûye 407 û kapasîteya wan girtîgehan 296 hezar e. Her wiha li gorî daneyên ku Wezareta Dadê aşkere kirine bi kanûna 2022an ve 336 hezar û 315 girtî û hikumxwarî hene lê ji 3ê Tîrmehê ve ev hejmar derketiye 360 hezar û 772 kesan.
Hatiye diyarkirin ku ji van girtîyan 2 hezar û 572 jê zarok in û 6 hezar û 223 jî temenê wan li ser 65 saliyê ye.
Herî kêm 81 girtî mirine
Di serlêdanên ku ji 153 girtîgehên li 58 bajaran hatine kirin de û di raporê de cih girtine herî kêm 10 hezar û 789 binpêkirinên mafan qewimîne.
Di sewqkirina revîr û nexweşxaneyê de herî kêm 79 caran mafên girtiyên hatine astengkirin ango binpêkirin
Her weha li gorî raporê mafê jiyanê yê girtiyan nehatiye parastin û di nava salekê de herî kêm 81 girti mirine.
Di nava salekê de herî kêm li 33 girtîgehan 234 girtiyan çalakiya greva birçîbûnê li dar xistine.
Di girtîgehan de herî kêm li 4 kesan sîxurtî hatiye ferzkirin û nameyên kurdî nehatine şandin an jî nehatine dayîn, posteyên navîn hatine astengkirin û girtiyên tirkî nizanin jî di vê mijarê de hemû mafên wan hatine astengkirin.
Di raporê de binpêkirinên di çarçoveya mafê agahî bidestxistinê de jî cih girtine. Di vê çarçoveyê de nedayîna rojname, pirtûk û radyoyan, di sînorkirina televizyonan de gelek binpêkirinên mafan qewimîne. Herî kêm 125 binpêkirin qewimîne.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku di çarçoveya darizandina adil de 129 binpêkirinên mafan qewimîne û Lijneya Çavdêrî û Îdareyê rê li ber binpêkirinên mafan vekiriye. Di vê çarçoveyê de 193 serlêdan hatine kirin û di nava salê de herî kêm mafê berdanê yê 105 girtiyan hatiye astengkirin.
Her weha di raporê de hatiye destnîşankirin ku ji LGBTÎ+yan jî 8 serlêdanên binpêkirinên mafan hatine kirin.
(AS/AY)