Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Doktora trans Larîn Kayataşê ragihandiye ku dadgehê ew mafdar dîtiye û biryar daye ku li wezîfeya xwe vegere.
Kayataş dema li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Taksîmê ya Stenbolê doktorî dikir, bi îdiaya “exlaqê cemaweriyê têk dibe” ji doktoriyê hatibû derxistin.
Kayataşê biryara dadgehê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye û gotiye:
“Dadgeheke bilindtir biryar daye ku 1-Biryara derxistina ji doktortiyê ne hiqûqî ye, 2-Mehaneya doktoriyê ya 20 mehan li ser hev tevî faîza wê bê dayîn, 3-Ez vegerim wezîfeya xwe!”
Kayataş dema ji wezîfeyê hatibû derxistin ji bianetê re gotibû “ez dixwazim di demeke kurt de li karê xwe vegerim.”
Çi bûbû?
Doktor Larîn Kayataş ji bo wezîfeya mecbûrî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Taksîmê hatibû wezîfedarkirin. Kayataşê diyar kiribû ku li vir mobbîng, zext û cudakarî lê dibe.
Dr. Kayataşê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandibû û gotibû ku piştî dest bi kar kiriye bi rojekê xebatkareke nexweşxaneyê ji ber “liv û tevgera wê ne li gorî exlaqa cemaweriyê ye” giliyê wê li bal Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CIMER) kiriye û ji ber vê sedemê piştî tayînbûna wê bi mehekê, sê mehan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Kayataşê gotibû ku Midûriyeta Tenduristiyê ya Stenbolê jî lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin û berê cezayê lomeyê lê birine paşê jî di 13ê Îlonê de ew ji karmendiyê avêtine. (EMK/FD)