Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îsal salvegera 8an a Qetlîama Pirsûsê ye ku di 20ê Tîrmeha 2015an de pêk hatibû.
Li Pirsûsê, navçeya Rihayê di 20ê Tîrmeha 2015an de qetlîam pêk hatibû û 33 kes miribûn, zêdetirî 100 kes jî birîndar bûbûn.
Komeleya Mafên Mirovan (IHD) derbarê salvegera Qetlîama Pirsûsê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye, “Em qetlîama Pirsûsê ji bîr nakin.” IHDyê diyar kiriyu ke ji ber tedbîrên pêwîst negirtine, berpirsiyarî herî mezin dikeve ser milê dewletê.
Beşek ji daxuyaniya IHDyê wiha ye:
“Di 10 salên dawiyê de dewlet rêkûpêkiya raya giştî dike sedem û tedbîrên ewlehiyê yên gelekî berfireh digire û hemû bernameyên civaka sivîl ên bi wan dixwazin dengên xwe bidin bihîstin, qedexe dike. Lê gelekî balkêş e ku ji bo êrîşên bi vî rengî, tedbîrên pêwistî nagire. Ji ber ku tedbîrên pêwîst negirtine, berpirsiyariya herî mezin a vê qetlîamê dikeve ser mile dewletê. Ji xwe heta niha berpirsiyarên van qetlîaman di wateya xwe ya rast de dernexistine holê û ew nehatine dadgehkirin.”
“Divê faîl bên cezakirin”
“Em, mafparêz, politikaya derbarê Sûriyeyê de ya Dewleta Komara Tirkiyeyê ji roja roj de rexne dikin. Mixabin ev politikaya Tirkieyeyê, ji êrîşên dijmirovahiyê yên DAIŞê re rê vekiriye û Dewleta Komara Tirkiyeyê mixabin ketibû bajarê Cerablûs û derdora wê ku ew bajar di navbera Efrîn û Kobaniyê de ye û Efrîn û Kobanî jî kantonên Rojava ne. Bi vê tevgerê re, Dewleta Komara Tirkiyeyê bûye sedema sazûmaneke gelekî xeter.
“Ciwanên sosyalist ên tirkiyeyê xwestibûn li Pirsûsê mînakeke piştevaniya enternasyonalîst nîşan bidin û alîkariya kantona Rova bikin û piştgiriyê bidin zarokên li wir. Qetilkirina van ciwanan a ku di encama êrîşa bombeyî ya DAIŞê de, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ji ber wê, ye ku divê nasnameyên piştgirên van sûcdaran bi rengekî rast derxin holê û ew bên cezakirin. Em weke mafparêzan, em ê têkoşîna xwe ya di vê rêyê de heta dawiyê berdewam bikin.”
Çi bûbû?
Li ser banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), di 20ê Tîrmeha 2015an de 300 ciwan li hev kom bûn. 300 ciwanan wê alîkariya mirovî û pêlîstok bibirana Kobaniyê. Dema ciwanan li Pirsûsê, li Navenda Çandê ya Amarayê civîneke çapemeniyê li dar xist, êrîşeke bombeyî pêk hatibû. Di encama êrîşê de 33 kes û êrîşkar miribûn. (AÖ/FD)