Fotograf: Ali Bütkül / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (IHD) şaxê Stenbolê, salvegera avakirina xwe ya 37an li avahiya xwe pîroz kir.
Di destpêka bernameyê de sînevîzyonek hate pêşkêşkirin ku tê de behsa mafparêzên di avakirina komeleyê de cih girtine û têkoşîna wan a mafparêziyê dikir.
Parlamenter û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, Edaleta li Cih û Warî, Sendîkaya Karkerên Avahisazî û Rêçêkirinê (Dev Yapi İş), Hewldana Nifşa 78an, Tevgera Jinên Azad (TJA), Navenda Bîrê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV), Sendîkaya Kedkarên Sînemayê ya DISKê (Sine-Sen), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, Weqfa Aştiyê, Kongreya Civaka Demokratîk (HDK), Jin bi hev re Bihêz in, Sendîkaya Teqawidbûyan a Demokratîk (DEM-SEN), Komeleya Dema Jinan, DISK Basin-İş, Midûriyeta Karûbarên bi Komîsyona Civaka Sivîl ya IBByê, Komeleya di Sîstema Girtîgehan de Civaka Sivîl (CISST), Tevgera Ekolojiyê, Sendîkaya Piştevaniya bi Teqawidbûyiyan û nûnerên Serkonsolxaneya Polonyayê û gelek mafparêz beşdarî bernameyê bûn.
Seroka Şaxê Stenbolê ya IHDyê Gulseren Yoleriyî di destpêka bernameyê de axivî û got, IHD wê her gav li cem wan kesan be ku agir bi mala wan ketiye. Yoleriyê her weha diyar kir ku gelek kesên heta niha hatine komeleyê, ji ber çareseriyek ji derdên xwe re nedîne, nikarîbûn dengên xwe bidin bihîstin, serî li wan dane.
Yildiz: Wê nikaribin me bêdeng bikin
Li ser navê Dayik/Mirovên Şeniyê Hanîfe Yildizê jî go, “Ez bi dewletê bawer bûm û min kurê xwe bi deste xwe radestî polîsan kir. Lê dewletê him kurê min winda kir him jî xwedî li doza min a edaletê derkenet.
“Mirovbûn ne ku bi tenê mirov ji dayik bibe pêk tê. Mirov bi mafên xwe mirov in. Em jî weke mirovan li vir in. Dewlet jî bi tang û topa xwe mirovatiya xwe nîşanî me dide. Lê em bi dilen xwe li dijî tundkariya wan disekinin, bi taybet ez bi dilê dayikekê li ber wan im. Wan rêz ji mirovahiyê û êşa zarokan re nîşan neda. Ez ê heta dawiyê li ber xwe bidim. Wê nikaribin me bidin bêdengkirin, wê nikarin me bidin sekinandin.”
Parlamenterê berê yê HDPyê Mûsa Pîroglûyî jî xwest ku bêhtir xwedî li têkoşîna Dayik/Mirovên Şemiyê derkevin.
Endamê Komîsyona LGBTI+an a IHDyê Cuneyt Yilmazî diyar kir ku ji salên 90î û heta niha transan ji bo pirsgirêkên xwe çareser bikin, berî her derî serî li IHDyê didan û ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. (AB/NT/FD)