Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yek ji girtiyên Doza Deziyê Çîgdem Materê ji bo teblîgnameya ku Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind ji Daîreya Cezayan a 3yem a Dadgeha Bilind re şandiye, daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Materê gotiye, “Ez hêvî dikim ku wê li Dadgeha Bilind dadwer hebin.”
Matera ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye, bi rêya parêzerên xwe daxuyaniya xwe şandiye û gotiye:
“Teblîgnameya ku dozgerê Dadgeha Bilind ji bo Doza Geziyê ya mezin amade kiriye, lê xuya ye bala xwe nedaye axavtinên me yên vê dosyayê, ez dibêjim wê bibe yek ji nimûneyên girîng ên programên dersan ên fakulteyên hiqûqê ku em ji sala 2019an û vir ve ji ber vê dozê tên dadgehkirin, ji deh hezaran rûpelan û 22 çewalan pêk tê.
Piştî Dadgeha Îstînafê biryara cezakirinê derbarê me de hatibû dayîn pesend kir, min gotibû ‘ez hêvî dikim ku wê li Dadgeha Bilind dadwer hebin’.
Ez hîna bibendewar im, bendewariya min ew e ku wê li Dadgeha Bilind dadwer hebin, ew dadwer wê li gorî hiqûqê, Dadgeha Destûra Bingehîn û peymanên navnetewî tevbigerin, lewre berovacî wê, ne ji bo 7 kesên di vê dozê de girtî lê ji bo hiqûqê wê deriyên gelekî tarî vebin.”
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî, daxwaza pesendkirina cezayê miebeta girankirî yê ji ber sûcê “hewldana jinavbirina hikûmetê” yê li Osman Kavalayî hatiye birîn û 18 sal cezayê girtîgehê yê ji ber sûcê “alîkariya hewldana jinavbirina hikûmetê” li Çîgdem Mater, Alî Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfûn Kahraman û Yîgît Alî Ekmekçiyî hatiye birîn, kiribû. Heman Serdozgerî xwestibû ku biryara ji bo Mucella Yapiciyê hatiye dayîn, betal bibe.