Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Danişîna sêyem a dadgehkirina helbestvan Ahmet Telliyî li Dadgeha Cezayê Giran a 26an a Enqereyê pêk hatiye.
Ji ber axavtineke wî ya sala 2017an di dema civîneke çapemeniyê de kiriye û ji ber helbesteke wî ya ji pirtûka xwe ya “Dövüşen Anlatsın” (Bila yên şer dikin vebêjin) xwendiye, doz li Telliyî vebûbû.
Li gorî nûçeya Sîbel Yuklerê nûçegîhana MLSAyê, endam û rêvebirên Komeleya Zanist, Huner û Edebiyatê, Şaxa Enqereyê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) û ji derveyî Tirkiyeyê zêdetirî 50 mafparêz beşdarî danişînê bûne.
Dozgerî nêrîna xwe ya esasî aşkere kiriye û îdia kiriye ku bi axavtin û helbesta navborî ‘propagandaya rêxistina terorî kiriye’ û xwestiye Tellî bi 8 sal cezayê girtîgehê bê cezakirin.
Tellî li dijî nêrîna dozgerî gotiye, ew bi berpirsiyariya rewşenbîrî beşdarî civîna çapemeniyê bûye: “Min xwest ez helbestan bixwînim. Îdia dikin ku helbesta di pirtûka min a bi navê Dövüşen Anlatsın de min ‘propagandaya rêxistina terorê’ kiriye. Weke rewşenbîrekî min beriya niha jî di nava pirsgirêkên civakî de cih girt, ev erk a min e.”
Telliyî tawanên li wî dibin qebûl nekiriye û xwestiye beraet bibe.
Parêzer Ûmût Vedat Acarî jî gotiye, yek bi yek doz li 75 kesên beşdarî wê civîna çapemeniyê ya navborî bûne, hatine vekirin û ceza li wan yekî/ê jî nehatiye vekirin. Parêzer Acarî xwestiye Tellî berate bike.
Dadgehê biryara xwe aşkere kiriye û bi îdiaya ku Telliyî sûc kiriye û bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye” 10 meh cezayê girtîgehê lê biriye.
Dadgehê ceza taloq kiriye. (EMK/FD)