Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Îsraîlê êrîşî Cenînê kiriye, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Gueterresî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Ofîsa Sekreterê Giştî yê NYyê peyam weşandiye ku Gueterresî ê de gotiye, “Divê hemû operasyonên leşkeri, li gorî hiqûqa mirovî ya navnetewî pêk bên.”
Gueterresî diyar kiriye ku ew ji ber pêşketinên li Cenînê, bifikar in.
10 filistînî hatine kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê derbarê êrîşan de vê sibê daxuyaniyek weşandiye. Li gorî vê daxuyaniyê 9 filistînî mirine û 100 kes jî birîndar bûne ku rewşa 20an ji wan nebaş e.
Her weha Wezaretê destnîşan kiriye ku duh li bajarê el-Bireyê yê Şerîaya Rojava filistiniyek bi guleyên leşkerên îsraîlî miriye. Li gorî vê encamê duh 10 filistînî li Şerîaya Rojava mirine.
Çi bûbû?
Artêşa Îsraîlê duh êrîşî bajarê Cenînê kiribû. Hêzên leşkerî yên Îsraîlê bi balafiran hin xalên li Cenînê bombebaran kiribûn û paşê jî bi gelek wesayitên zirxkirî û yên karî bi ser bajêr de girtibûn. Herêm dorpêç kiribûn.
Ji ber vê rewşa ku êrîşên Îsraîlê bûne sedem, li Kampa Penaberan a Cenînê av û elektrîk qut bûye.
Li Kampa Penaberan a Cenînê nêzîkî 30 hezar mirov hene ku piştî Cenîn hate dorpêçkirin, sivîl neçar mane ji malên xwe derkevin.
Heyva Sor a Filistînê aşkere kiriye ku heta niha wan ji kampê 3 hezar sivîl derxistine. Saziyê diyar kiriye ku hêzên Îsraîlê dixwazin kampê tüne bikin û hîn gelek malbat hene ku çav li rê ye ji herêmê derkevin.
Li Cenînê ji hoparlorên mizgeftan bang li sivîlan hatiye kirin û hatiye gotin ku deriyên mizgeft, dibistan û saziyên dewletê ji wan re hatine vekirin.
Ketin û derketina bajêr qedexe ye
Li gorî nûçeya AAyê, Artêşa Îsraîlê li Cenînê hin malên filistîniyan dorpêç kirine û leşkerên îsraîlî li pêş ambûlansan bûne asteng ku birîndar vediguhestin.
Artêşa Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye, wan êrîşên asmanî li dijî zêdetirî 10 xalan pêk aniye û armanca operasyona wan odeyeke leşkeri ya hevbeş a berxwedêrên filistînî ya bi navê “Tûgaya Cenînê” ye.
Her weha li gorî heman daxuyaniyê, ji ber teqîna norîncokekê, leşkerekî îsraîlî bi sivikî birîndar bûye.
Filistîn: Êrîşa li Cenînê dibe, sûcê şerî ye
Berdevkê Serokatiya Dewletê yê Filistînê Nebîl Ebû Rûdeyneyî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye, “Tişta ku hikûmeta dagirker a Îsraîlê li bajarê Cenînê û kampa wê dike, sûcekî şer ê nû ye li beramberî gele me yê bêparastin pêk tîne.”
“Odeya Hevbeş a Komên Berxwedêr” a ku baskên leşkeri yên komên filistînê yên li Xazeyê di bin banê xwe de kom kiriye, daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Di daxuyaniyê de diyar kirine ku “Berdewamkirina êrîşkariya Artêşa Îsraîlê ya li dijî bajarê cenînê yê li bakurê Şerîaya Rojava dikeve, xwezayîbûna bertekan a berxwedanê diyar dike.”
Îsraîl: Wê dewam bike
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahûyî jî bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kiriye ku êrîşa asmanî û bejayî ya li dijî bajarê Cenînê “heta hewce dike û heta hedefa xwe pêk bîne wê dewam bike.” (AS/FD)