Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Girtiyê bi navê K.S.yê li Girtîgeha Tîpa Lyê yê Alanyayê ya navçeya Antalyayê girtî bû, roja 11ê Hezîranê miriye.
Li gorî nûçeya MAyê, cenazeye K.S.yî piştî otopsiye, dane malbata wî. Malbatê cenaze li Goristana Kale Yamaciyê ya Alanyayê binax kiriye.
K.S. ji ber “sûcê tiryakê” du sal in girtî bû. Li gorî îdiayê di 5ê Hezîranê de verişiyaye û bêhal bûye û piştî wê bi hefteyekê çûye û hatiye revîrê lê ew neşandine nexweşxaneyê.
Li gorî zanyariyan, K.S. bi nexweşiya tansiyonê, şekir û kolestrolê bû. Gelek caran xwestiye biçe nexweşxaneyê lê rêvebiriya girtîgehê daxwaza wî nepejirandiye.
Girtiyên nexweş
Li gorî daneyên ku Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan, heta Nîsana 2022yan li Tirkiyeye 651 jê giran, hezar û 517 girtiyên nexweş hene.
Di sala 2022yan de 76 kes li girtîgehan miribûn ku sedema mirina 35ann ji wan ji ber nexweşiyan bû. (NT/FD)