Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Bilind derbarê biryara ku Dadgeha 14an a Cezayê Giran a Stenbolê a di doza kuştina Hrant Dînkî de dabû, nirxandina xwe kiriye.
Di doza kuştina Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Agosê Hrant Dînkî de piraniya wan karmendên dewletê 37 kesan beraet kiribû, ceza li 26 kesan hatibû birîn.
Daîreya 3yem a Cezayan a Dadgeha Bilind biryara cezakirina hin bersûcan pesend kiriye, ya hinekan jî nepijirandiye. Dadgeha Bilind di biryara xwe de ji bo sedemê gotiye ku endamên saziya îstîxbaratê ya cendermeyan û yên îstîxbaratê ya polîsan bi hev re û di heman demê de, di nava bûyerê de bûn û ew bi armancên xebatên rêxistinî û li gorî van armancan tevgeriyane.
Dadgeha Bilind her weha diyar kiriye ku çalakiyên bi vî rengî mezin û berfireh, nikare bê plan, bêyî sazkirinê û ketober pêk bê û divê ev xal bi hev re bên nirxandin.
Di encamê de jî biryara beraetê ya ku dadgeha herêmî ji bo Midûrê Emniyetê yê demê yê Trabzonê Reşat Altay û Midûrên Emniyetê yên demê yên Şaxan Engîn Dînç û Ahmet Îlhan Gulerî dabû, pesend kiriye. Her sê kes bi tohmeta ku “bi zanebûn mirov kuştine” dihatin dadgehkirin.
Dadgeha Bilind her weha biryara cezakirinê ya ji bo midûrên emniyete yên wê demê Alî Fûat Yilmazer û Ramazan Akyurekî ya ji ber “biplansazî kuştina mirovan” hatibû dayîn û ya ji bo polîs Metîn Balta û Yakûp Kûrtaran û rojnameger Ercan Gunî ya ji ber “endamtiya rêxistina terorê” dabû pesend kiriye.
Biryara cezakirinê ya ji bo endamê fernandariya cendermeyan ê Trabzonê Volkan Şahîn (bi tohmeta ku bi zanebûn mirov kuştiye), mifetişên mülkiyeye Şukru Şahîn (bi tohmeta alîkiya rêxistina terorê kiriye) û Mehmet Alî Ozkinç (bi tohmeta endamê rêxistina terorê ye) hatibû dayîn, pesend nekiriye. Dadgehê ji bo vê biryarê gotiye ku, dadgeha herêmî delîlên pêbawer, ji şik û gûmanê dûr û misogerkirî nînin û “di encama şaşîtiyê de ceza hatine dayîn”.
Daxwaza tehliyebûnê ya polîs û cenderme Mûharrem Demîrkale, Okan Şîmşek, Veysal Şahîn, Gazî Gunay, Yavûz Karakaya, Osman Gulbel û Hasan Dûrmûşoglûyî jî nepejirandiye.
Çi bûbû?
Di doza kuştina Hrant Dînkî de dadgehkirina duyem sala 2016an destpê kiribû. Biryar di 26ê Adara 2016an de hatibû dayîn. Dadgehkirin li Dadgeha 14an a Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatibû û 77 bersûc hebûn. Heyeta dadgehê biryar dabû ku ji van dosyayên 13an ji ber paraznameyên xwe pêşkêş nekirine, bên veqetandin. Di encamê de ji bo 37 kesan biryara beraerê dabû û 27 kes jî bi cezayê girtîgehê ceza kiribûn. Cezayê miebete li 4 kesan, ya miebeta girankirî jî li 2 kesan birîbû. Ji ber ku di dema dadgehkirinê de bersûcek miribû, hemû tawanên li wî dihatin kirin, betal bûbûn.
Kesên beraat kiribûn: Adem Sarıgöl, Adnan Acar, Atilla Güçlüoğlu, Muhammer Ay, Metehan Kadir Yıldırım, Niyazi Malkoç, Cevat Eser, Rahmi Özer, Resul Kütükoğlu, Tevfik Cantürk, Ünsal Gürel, Ecevit Emir, Emre Cingöz, Hacı Şefik Şimşek, Eyüp Temel Ahmet Çetiner, Birol Ustaoğlu, Sabri Uzun, Hüseyin Yılmaz, Ali Poyraz, Mikdat Özbek, Hamdi Egbatan, Mustafa Küçük, Ergün Yorulmaz, Musa Yıldırım, Hacı Ömer Ünalır, Reşat Altay, Ali Barış Sevindik, Murat Bayrak, Tamer Bülent Demirel, Yusuf Bozca, Yüksel Avan, Hamza Celepoğlu, Engin Dinç, Ercan Demir, Ahmet İlhan Güler, Muhittin Zenit û Celalettin Cerrah.
Yên dosyayên wan hatibûn cudakirin: Fethullah Gülen, Zekeriya Öz, Ekrem Dumanlı, Metin Canbay, Yunus Yazar, Faruk Mercan, Adem Yavuz Arslan, Halil İbrahim Koca, Yılmaz Angın, Mehmet Akif Yılmaz, Ömer Faruk Kartın, Coşgun Çakar û Serkan Şahan
Yên ku hatibûn cezakirin:
- Ercan Gun ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" 10 sal,
- Abdullah Dinç ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" 6 sal û 3 meh,
- Ahmet Faruk Aydoğdu ji ber sûcê “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" 6 sal û 3 meh,
- Hasan Durmuşoğlu ji ber sûcê “liv û tevgerên ihmalkirî” 12 sal û 6 meh, ji ber "dokumanên fermî tune kirine" jî 3 sal û 9 meh,
- Bekir Yokuş ji ber “ji bo kuştina mirovan alîkarî kiriye”10 sal,
- Önder Araz ji ber "dokumanên fermî tune kirine” 3 sal û 9 meh,
- Şükrü Yıldız ji ber "her çend ne di nava hiyerarşiya rêxistinê de be jî bi zanebûn û bidilxwazî alîkariya rêxistinê kiriye" 3 sal û 9 meh
- Metin Balta ji ber "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" 6 sal û 8 meh,
- Mehmet Uçar ji ber "dokumanên fermî tune kirine" 3 sal û 9 meh,
- Mehmet Ali Özkılıç ji ber “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” 7 sal û 6 meh,ji ber "îltîmas li sûcdaran kiriye" sal û 18 meh,
- Osman Gülbel ji ber “bi liv û tevgera îhmalkirî mirov kuştine" 16 sal û 8 meh,
- Yakup Kurtaran ji ber "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" 7 sal û 6 meh,
- Yavuz Karakaya ji ber “hewl daye sîstema Destûra Bingehîn ji holê rake” cezaye miebetê, "hin kesên din ji bo kuştina mirovan bikar aniye" jî 12 sal û 6 meh,
- Mehmet Ayhan “bi liv û tevgera îhmalkirî mirov kuştine” 12 sal û 6 meh, "dokumanên fermî tune kirine" jî 3 sal û 9 meh,
- Onur Karakaya "bi liv û tevgera îhmalkirî mirov kuştine” 12 sal û 6 meh, "dokumanên fermî tune kirine" 3 sal û 9 meh,
- Faruk Sarı "bi liv û tevgera îhmalkirî mirov kuştine” 12 sal û 6 meh, "dokumanên fermî tune kirine" jî 3 yıl sal û 9 meh,
- Muharrem Demirkale “hin kesên din ji bo kuştina mirovan bikar aniye” cezayê miebetê, ji ber “hewl daye sîstema Destûar Bingehîn ji holê rake” jî cezayê miebetê,
- Okan Şimşek ji ber “hin kesên din ji bo kuştina mirovan bikar aniye” 25 sal, "sextekariya di dokumanên fermî de kiriye" jî 3 sal û 4 meh,
- Veysal Şahin ji ber “hin kesên din ji bo kuştina mirovan bikar aniye” 25 sal, "sextekariya di dokumanên fermî de kiriye" jî 3 sal û 4 meh,
- Gazi Günay ji ber “hin kesên din ji bo kuştina mirovan bikar aniye” 25 sal, "sextekariya di dokumanên fermî de kiriye" jî 3 sal û 4 meh,
- Özkan Mumcu ji ber “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” 7 sal,
- Ali Fuat Yılmazer ji ber “hin kesên din ji bo kuştina mirovan bikar aniye" cezayê miebeta girankirî, ji ber "sextekariya di dokumanên fermî de kiriye” jî 4 sal û 6 meh,
- Ramazan Akyürek ji ber “hin kesên din ji bo kuştina mirovan bikar aniye" cezayê miebeta girankirî, ji ber "sextekariya di dokumanên fermî de kiriye” 5 sal û 7 meh û 15 roj, ji ber "sextekariya di dokumanên fermî de kiriye” jî 7 sal û 6 meh,
- Metin Yıldız ji ber "sextekariya di dokumanên fermî de kiriye" 3 sal û 4 meh,
- Ali Öz ji ber "hin kesên din ji bo kuştina mirovan bikar aniye" 25 sal, ji ber "sextekariya di dokumanên fermî de kiriye" jî 3 sal û 4 meh,
- Volkan Şahin ji ber ''bi liv û tevgera îhmalkirî mirov kuştine" 12 sal û 6 meh
lê hatiye birîn.
(HA/FD)