Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) xwestiye ku dawî li her cure cudakarî û gotinên nefretê yên li dijî penaber/penahendeyan were.
TIHVê di vîdyoya xwe ya 20ê Hezîranê Roja Penaberan de amaje bi wê yekê kiriye ku li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) hejmara kesên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne 108 milyon derbas kiriye û ji her 5 kesan 2 jê zarok in:
“Em bi bîra hemû aktorên civakî û siyasî dixin ku divê dev ji her cure cudakarî û gotinên nefretê yên li dijî penaber/penaberan bê berdan!”
Li gorî tesbîtên Navenda Dokumantasyonê ya TIHVê, li Tirkiyeyê ku li cîhanê welatê herî zêde penaber lê ye, di navbera Kanûna Paşiya 2020an û Çiriya Paşiya 2022an de herî kêm 21 penaberan di encama êrîşên nîjadperestî de mirine.
Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Karî, di sala 2022an de 90 penaber, di 5 mehên destpêkê yên sala 2023an de 37 penaber di dema karî de mirine.
(AS/AY)