Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li peravên Yewnanistanê ji belema noqî avê bûye, cenazeyên 82 penaberan hatine derxistin.
Li gorî nûçeya Ajansa Dewletê ya Yewnanistanê (AMNA), hêzên ewlehiya deryayan ên Yewnanistanê, 47 mîlên behrê dûrî başûr rojavayê Navarînê cenazeyeke din dîtine. Cenaze ji bo otopsiyê birine Kalamatayê û li gorî vê encamê hejmara miriyan gihîştiye 82yan.
Îfadeyên gûmanbaran hatine wergirtin
Ji ber belema penaberan noqî avê bûye, 9 misrî bi tohmeta ku qaçaxçîtiya mirovan kirine, hatibûn desteserkirin. Kesên desteserkirî, gotine ku ti gunehê wan nîne. Yekî ji wan îdia kiriye ku çar gûmanbarên desteserkirî, qaçaxçî ne.
Testa ji bo DNAyê
Li gorî daxuyaniya ku Wezareta Koçberiyê û Penaxwaziyê ya Yewnanistanê daye, 5 jê zarok 86 kesên rizgarbûyî, birine Navenda Pêşwazîkirin û Diyarkirina Nasnameyan a Malakasayê.
Her weha diyar kiriye ku ekîba Diyarkirina Nasnameyên Qurbaniyên Karesatê ya Helenîkê ji bo nasnameyên qurbaniyan diyar bikin, wê kar bikin.
Wezaretê aşkere kiriye ku malbatên qurbaniyan ji bo mînakên DNAyê bidin, dikarin serî li wan bidin.
Çi bûbû?
Li nav deryaya navnetewî, 47 mîlên deryayê dûrî Navarînê ya Nîvgirava Morayê ya Yewnanistanê, roja 14ê Hezîranê belemeke masîvanan ku penaber tê de bûn, noqî avê bûbû. 104 kes hatibûn rizgarkirin û ew biribûn Bêndera Kalamatay^.e
Li gorî ku rêxistina civaka sivîl Alarm Phone-ê, 700 kes di belemê de bûn.
Piştî bûyerê, li seranserê Yewnanistanê şîna netewî hatibû ragihandin. 9 kes hatibûn desteserkirin. (AS/FD)