Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kesên ku duh xwestin li Stenbolê çalakiya Meşa Rûmetê ya Transan a 9em li dar bixin û polîsan ew desteser kirin, serbest bûne.
Komîteya Hefteya Rûmetê aşkere kiribû ku wê li Cîhangîra Beyoglûyê çalakiya Meşa Rûmetê ya Transan pêk bîne. Walîtiya Stenbolê çalaki qedexe kiribû.
Koma ku duh li Harbiyeya Şîşliyê civîneke çapemeniyê li dar xist û piştî belav bû, rastî êrîşa polîsan hat. Endamên Komîteya Hefteya Rûmetê jî di nav de 10 kes hatin desteserkirin û derb li wan hatibûn dayîn. Her weha di dema desteserkirinê de polîsan ji paş de destên desteserkiriyan kelemçe kirine.
Desteserkirî duh saetên dereng ên şeve piştî li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê îfadeyên wan hatine wergirtin, serbest bûne.
Komîteyê di hesabê xwe yê medyaya civakî de gotiye, lûbûnya û çalakvan serbest bûne. (EMK/FD)