Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li nêzîkî Nîvgirava Morayê ya Yewnenastinê belemeke masîvanan a penaber tê de, noqî avê bûye. Di encamê de 59 kes mirine. 100 kes jî hatine rizgarkirin ku ew birine Bêndera Kalamatayê.
Li gorî nûçeyên ku medyaya Yewnanistanê belav kirine, belem li peravên Pilosê ji ber sedemeke nayê zanîn noqî avê bûye.
Xebatê lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.
Li gorî zanyariyan belem ji Lîbyayê bi rê ketiye û ber bi Îtalyayê ve diçû. Sûriyeyî, filistînî, afganistanî û pakîstanî di belemê de bûn lê nehatiya zanîn ka çend kes tê de bûn.
Serokomara Yewnanistanê Katerina Sakelaropulu ji bo piştgiriyê bide penaberên rizgarbûyî, wê biçe Kalamatayê.
Li peravên Girava Girîtê vê sibê 80 penaber hatibûn rizgarkirin. (AS/FD)