Fotograf: bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hilbijartin…Dawet…Şampiyontiya Galatasarayê…
Li gorî daxuyaniya Weqfa Hêviyê (Umut Vakfı) di demên dawiyê de, ji ber di dema “pîrozbahiyên li kolanan” de gule hatine avêtin, zarok jî di nav de 11 kes mirine, 32 kes jî birîndar bûne.
Weqfê 5ê Hezîranê di malpera xwe xwe ya fermî de daxuyaniya nivîskî weşandiye û gotiye ku di heşt rojên dawiyê de, di dawetan, pîrozbahiya şampiyontiya Galatasarayê û hilbijartinê de, beşdaran bi çekên lûledirêj, devançe û yên mîna wan gule berdane. Di encama 27 bûyeran de 11 kes mirine, 32 kes jî birîndar bûne.
Weqfê di daxuyaniya xwe de bal kişandiye li ser bêcezatiyê û gotiye: “Gelo kesî ji we bihîstiye ku ji bo van kesên li seranserê welêt bêyî ku bifikirin çekên xwe derxistine û gule berdane, ti karekî yasayî hatibe kirin? Me jî nebihîst. Me bi tene nûçeyên kesên mirine û birîndar bûne dîtin. Bêcezatiya bi vî rengî ma nayê wê wateyê ku dê ew kes bêtir bêfikar bin?”
Di dema pîrozbahiyên hilbijartinê de li Toroslara Mêrsînê Mûhammed Eslekê 14 salî, li Rihayê dîsa Emîrhan Gelgîrê 14 salî, li Trabzonê jî Yakûp Hendemê 75 salî bi guleyan hatin kuştin. Li navçeya Gulyali ya Ordûyê jî E.K.yê 17 salî endamê rêxistina navçeyê yê IYI Partiyê Erhan Kurt kêr kiriye û kuştiye.
Weqfa Ûmûtê her weha kesên di dema dawetan de mirine û birîndar bûne jî nivîsiye:
Li Amasyayê, li gündeki, Sitki Çelîkê 46 salî di dema dawetekê de gule bera daye û di encamê de Çawişê pispor Mehmet Çelîkê 53 salî yê di nava berbûyan de bû, miriye.
Di dema pîrozbahiyên şampiyontiya Galatasarayê de Abdulsamet Ozê 28 salî li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê ji ber guleyekê miriye.
Weqfa Ûmûtê di daxuyaniya xwe de gotiye: “Bi mebesta canê mirovan pîrozbahî nabe. Destûrê nedin ku çekdarîbûneke dijqanûnî û şexsî bibe, bila mirov ziyanê nebinin.” (AS/FD)