Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Beşek ji bernameyên Meha Rûmetê diyar bûne ku LGBTI+ hebûna xwe pîroz dikin û kolanan vediguherînin qadên berxwedanan.
Bernameyên diyar bûne ev in:
Stenbol
*Hefteya Rûmetê ya 31em a Stenbolê wê di navbera 19 û 25ê Hezîranê de bê pîrozkirin. Mijara Hefteya Rûmetê “Em vedigerin e”. Meşa Rûmetê ya 21em a Stenbolê wê di 25ê Hezîranê de pêk bê.
*Meşa Rûmetê ya Transan jî wê îsal ji nû ve pêk bê ku herî dawî Walîtiya Stenbolê di sala 2017an de beriya bernameyê bi demeke kurt qedexe kiribû.
*Hefteya Rûmetê ya Transan a Stenbolê diyar kiriye ku wê îsal Hefteya Rûmetê ya Transan di navbera 12 û 18ê Hezîranê de pîroz bikin. Di 18ê Hezîranê de jî wê Meşa Rûmetê ya Transan pêk bê k udi heman rojê de Roja Wekheviyê ya bi Transan re ye.
Enqere
*Komeleya 17ê Gulanê wê di Meha Rûmetê de bernameyên bîrê li dar bixe. Bername wê şemî û yekşemê pêk bê û bîra tevgera LGBTI+an û pratîkên berxwedanê yên di roja me de bên guftûgokirin.
*Dîsa di çarçoveya heman bernameyê de wê heta 7ê Hezîranê rêzebername pêk bên. Di 9ê Hezîranê de jî wê Meşa Rûmetê ya 11an a ODTUyê li dar bikeve.
Îzmîr
*Rêxistinên LGBTI+an bernameya Hefteya Rûmetê ya 11an a LGBTI+an a Îzmîrê aşkere kiriye. Lûbûnyayên îzmîrî wê 25ê Hezîranê roja yekşemê li kolanan bernameyan pêk bînin.
Mersîn
*Îsal wê li Mêrsînê Hefteya 11an Rûmetê pêk bê.
Eskîşehîr
*Di 7-8 û 9ê Tîremhê de bi sernavê “Ji erdê ber bi esmanî ve” wê bername pêk bên. Her weha îsal wê di 8ê Hezîranê de Meşa Rûmetê ya Duyem a Eskîşehîrê li dar bikeve ku cara yekem par pêk hatibû.
(EMK/FD)