Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bertek nîşanî berdewamkirina girtina girtiyê Gezîyê Can Atalay ku ji Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP) wek parlamenterê Hatayê hatibû hilbijartin, daye.
Kiliçdaroglu di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de gotiye
"Bêyî biryar girtina wekîlekî hilbijartî di girtîgehê de ne tenê wî, girtina kesên ku dengê xwe dane wî jî ye. Demildest Can Atalay serbest berdin."
Parêzerên Can Atalayê ku ji 25ê Nîsana 2022an û vir ve di girtîgehê de ye, di çarçoveya Doza Geziyê de ji bo berdanê serlêdan kirine. 3emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind hêj bersiv nedaye serlêdanê.(NT/AY)