Fotograf: Rojnews
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîteya Dîplomasiyê û Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê ji bo dorpêça li ser Kampa Mexmûrê bidawî bibe, civînek bi rayedarên Iraqê re li dar xistiye.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, piştî vê hevdîtinê, li Kampa Mexmûrê civîneke çapemeniyê pêk hatiye.
Li gorî daxuyaniya rayedarên Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê, Artêşa Iraqê dorpêça xwe ya li derdora kampê bidawî kiriye û çalakvanan jî çalakiya xwe bidawî kiriye.
Artêşa Iraqê di 20ê Gulanê de kamp dorpêç kiribû. Niştecihên kampê li dijî vê rewşê, 17 roj in çalakî li dar dixist. (NT/FD)