Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Selahattîn Demîraş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê li Girtîgeha Edîrneyê girtiye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye.
Recep Tayyîp Erdogan piştî ku di 28ê Gulanê de careke din ji bo serokomatiyê hate hilbijartin, li Enqereyê, li Qesra Serokomariyê axivîbû. Erdoganî gotibû, “Tu nikarî li gorî xwe Seloyî derxe derve, di dema desthilatdariya me de tiştekî wiha ne mimkun e pêk bê.” Girseya kombûyî jî gotibû, “Seloyî daliqînin.”
Demîrtaşî di peyama xwe ya îro de bersiva van gotinan daye:
“Qralê kal ê ku ji ber serkeftina sexte û bihîle serxweş ketiye, ji şaneşîna qersa xwe ya lüks, qirika xwe diqetîne û buxtan, gefxwarin û heqaretên xwe didomîne tevî revdeya xwe ya li beramberî wî bi derew û ji kêfê serê wan gêj bûye, bi hev re bang dikin û dibêjin ‘îdam’.
“Bûyer ne wextekê li li fransayê dibuhire. Sal 2023 e, cih Enqere ye.
“Ez ê bibêjim ‘hûn nikarin çakêtê min jî darve bikin lê hûn ne hêjayî vê ne jî. Ez ê tene vê bibêjim:
“Ez neviyê Fermandarê mezin ê Kurd Selahaddîn Eyyûbiyî me ku Quds fetih kiriye. Roja wê hat, ez sozê didim ku ez ê li hemberî we adil bim.” (AÖ/FD)